WAN - Mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

26-10-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya di qezayekê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mînîbus û otomobîlek li hev qelibîn, kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Qeza derengiya şeva borî li ser rêya Erdîş-Wanê li Xaçerêya Peravê qewimî.

Di qezayê de mînîbuseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de 8 kesên di nav her du wesayitan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.

Tevî hemû midaxeleyên bijîşkan, birîndarek li nexweşxaneyê mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst