Li Mizgeftê mele û li sehayê golparêz e

Hewlêr (Rûdaw) – Hogir Şêx Mihemed Hemed ku li navçeya Çwarqurneyê ya bajarê Silêmaniyê dijî bi eslê xwe mele ye lê di heman demê de golparêzê tîma futbolê ya navçeyê ye.

Kesên ku cara ewil mele Hogir Şêx Mihemed Hemed li sahayê dibînin matmayî dimînin.

Hogir Şêx Mihemed Hemedê 32 salî piştî ku ji Zanîngeha Îlahiyatê ya Silêmaniyê der çû, li navçeya ku lê ji dayîk bûye dest bi karê melatiyê kir.

Mele Hogir ku ji zarokatiya xwe ve bi futbolê re eleqeder dibû, îsal jî bi tîma Çwarqurnesporê re peymanek îmze kir.

Mele Hogir tekez kir ol ne li dijî werzişê ye û got:

“Belgeyeke olî ku werzişê heram dike nîne. Helbet pêwîstiya me hemûyan bi werzişê heye. Werzişa ez dikim tu carî li pêşiya erkên min ên olî nebûye asteng.”

Melayê Kurd diyar kir ku ew kêfxweş e ji ber ku li sehayê û li mizgeftê jî xizmeta gelê xwe dike.

'Ma tu ne ew melayê li mizgeftê bûyî?'

Mele Hogir Şêx Mihemed Hemed got:

“Kesên ku cara ewil min li sehayê dibînin, dipirsin 'Ma tu ne ew melayê li mizgeftê bûyî?' Ez dibêjim belê û ew mat dimînin.

Ez ji wan re dibêjim pêwîst e hûn matmayî nemînin. Hemû kes werzişê dike. Meletî li ber werzişê ne asteng e.”

Hogir herî dawî da zanîn ku ew ne alîgirê ti tîmên futbolê ye lê maçên wan dişopîne.

Melayê Kurd herwiha eşkere kir ku ew ji golparêzê Spanyol Iker Casillas hez dike.