'Amerîka kar li ser vekirina deriyê Sêmalka dike'

26-10-2022
RÛDAW
Deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de
Deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de
Nîşan Rojava Sêmalka PYNK ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarên PYNK û ENKSê dibêjin, wan mijara vekirina deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûr ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de gotûbêj kiriye. Bi gotina berpirsên her du aliyan, Nicolas Granger ragihandiye, ew ji bo vekirina deriyê sînorî yê Sêmalka kar dikin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, şandiyê Amerîkayê yê bo Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) Nicolas Granger di civîna li gel partiyên PYNKê de behsa vekirina deriyê sînorî yê Sêmalka ji bo hatin û çûna xelkê kir.

Bi gotina Salih Gedo, nûnerê Amerîkayê tekez kir ku ew kar li ser vekirina deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûrê dikin.

Salih Gedo herwiha got, şandiyê Amerîkayê behsa alîkariyên aborî bo herêmê bi rêya rêxistin û saziyên navneteweyî kir.

Bi gotina Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd, Nicolas Granger di hevdîtina ligel partiyên PYNKê de nerazîbûna xwe li ser êrîşên Tirkiyê yên bo ser navçeyê jî nîşan daye.

Salih Gedo da xuyakirin, di hevdîtinê de PYNKê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e alîkariyên Amerîkayê bo herêmê berdewam bin û bên zêdetirkirin.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso jî ragihand, wan ji nûnerê Amerîkayê xwestiye ku deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûr ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bê vekirin.

Bi gotina Silêman Oso, nûnerê Amerîkayê Nicolas Granger ragihandiye ku divê ew deriyên sînorî bê vekirin û nabe ew derî ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de bê girtin.

Oso tekez kir, pêwîst e deriyê sînorî yê Sêmalka li pêşiya ENKSê û hemû alî û pêkhateyên herêmê vekirî be.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst