Rojnamevana Kurd Zemo Aggoz bi merc hat berdan

26-10-2022
RÛDAW
Nîşan Girtina Rojnamevanan Zemo Aggoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevana Kurd ya Ajansa Mezopotamyayê Zemo Aggoz ku ligel 11 rojnamevanên din hatibû desteserkirin bi merca girtîbûna li malê û şertê kontrola edlî hat berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Enqere ye roja Sêşemê 25ê Cotmeha 2022ê polîsan bi ser hejmareke malan de girtibû û di encam de 12 rojnamevan desteserkiribûn ku yek ji wan jî Zemo Aggoz bû. 26ê Cotmehê piştî karûbarê yasayî li Rêveberiya Emnî Zemo Aggoz bo Edliya Enqerê hat vegihestin û li dozgeriyê bi merca girtibûna li malê û şertê kontrola edlî hat berdan.

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu di parlamentoya Tirkiyê de bi taybet ji ber pitikek wê yê 45 rojî heye daxwaza azadkirina Zemo Aggoz kiribû.

Hêzên Ewlekariya Tirkiye Roja Sêşemê 25ê Cotmeha 2022ê li 6 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 12 rojnamevanên Kurd destserkirin û ev jî bû sedema nerazîbûnan.

Li gor raporeke Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê ji 22ê Cotemeha 2022ê û şûnde li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 57 rojnamevan girtî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst