Nêçîrvan Barzanî: Em hêvîdar in hikûmeta nû bikaribe pirsgirêkên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike

26-10-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Parlamentoya Almanyayê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Parlamentoya Almanyayê re civiya û hêvî kir ku di demeke nêzîk de hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin û “li ser esasa destûrê pirsgirêkên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 26ê Cotmeha 2022an pêşwaziya şandeke Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanyayê bi serokatiya Sara Nanî kir ku ji hejmarek endamên Parlamentoya Almanyayê pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de peywendiyên Almanya yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê, dirêjkirina erkên hêzên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de û metirsiya DAIŞê ya li ser herêmê hate gotûbêjkirin.

Ji sala 2014an ve, Almanya endama Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye ku bi rêya operasyonên asmanî, perwerde, parvekirina zanyariyan, lêkolîna tawanên DAIŞê û sizakirina çekdarên wê û ji nû ve avakirina deverên rizgarkirî, alîkariyê dide Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî spasiya parlamento, hikûmet û gelê Almanyayê kir ku erkê hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kirine. Her wiha pêzanînên Herêma Kurdistanê jî ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanyayê di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Iraqê hêvî kir ku hikûmeta nû ya Iraqê di demeke nêzîk de were avakirin ku “bersiva hêvî û daxwazên welatiyan be û aştî û aramiyê pêk bîne û bikaribe pirsgirêkên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re li ser esasa destûrî çareser bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst