Careke din ava Wêstgeha Elok li ser Hesekê hat birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Careke din hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ava Wêstgeha Elok ji ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de birrîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî ji nav bajarê Hesekê , careke din îro Çarşemê 26ê Cotmea 2022yan, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wan, ava Wêstgeha Elok ji ser derdora yek milyon nişteciyên Hesekê û beşekî ji gundewarê wî bajarî birrî.

Ji Cotmeha 2019yan ve, ev bêhtir ji 28 caran e, ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ava Wêstgeha Elok ji ser Hesekê û gundewarê wê, di nav de jî bajarokê Til Temir, Kampa Hol, Kampa Erîşe û Kampa Waşokanî, tê birrîn.

Wêstgeha Elok, dikeve rojhilatê bajarê Serê Kaniyê, 30 bîr lê hene, bi karîna 175 hezar metre sêca avê, di rojê de didin.