Gola Krater a Nemrûdê bi ciwaniyeke taybet pêşwaziya geştyaran dike

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Krater a Nemrûdê, li navçeya Tetwanê a ser bi Bedlîsê ve li Bakurê Kurdistanê, her demsalê bi ciwaniyeke taybet pêşwaziya geştyaran dike. Ji ber vê yekê jî, ji aliyê projeya "Destînasyonên Bijarte yên Ewropayê ve "Xelata Newazetiyê" wergirtiye.

Li navçeyê yekemîn û li cîhanê jî duwemîn gola herî mezina Krater e.

Di çarçoveya projeya "Destînasyonên Bijarte yên Ewropayê (EDEN) de "Xelata Newazetiyê" bo hatibû dayîn.

Li gorî gelek kesan ew cineta ser ruyê erdê ye. Bihar û havînê bi rengekî, niha di werzê payizê de jî bi rengekî cuda xemiliye û bûye yek ji navendên ku geştyar ji her cihî berê xwe didin wê.

Berpirsê tura geştyariyê Ozkan Deniz ji medyaya Tirkiyê re ragihandiye, “Ji her cihî geştyar tên em wan tînin vir. Xwezayeke taybet a vir heye, bê mînake. Goleke gelek xweşike û em herkesî vedixwînin bên vê bedewiyê bibînin.”

Gola Kratera Nemrûdê ne tenê bi bedewiya xwe binav û denge di aliyê zanistî de jî xwedî teybetmendiyek cudaye.

Niha zanîngeha Eren ya Bedlîsî lijneyek zanistî ava kiriye ku hemû taybetmendiyên vê golê û golên biçûk ên li derdorê wê lêkolîn bike û serî li UNESCO bide da ku vê golê bêxin nav Jeoparkên Gerdûnî de.

Muge Acar yek ji geştyarên ku serdana gola Nemrûdê kirine, dibêje “Em bi vê turê re hatin Wanê û îro jî em hatin vir, min gelek eciband, em hemû rengên peyîzê li vir dibînin û evê jî ez gelek bandûr kirim. Min pêşbînî nedikir ku emê li vir xwezayek ewqas bedew bibînin.”

Ev gol beriya bi hezaran sal di encama teqîna çiyayên agir de çêbûye.Hîn jî şûpên wê li se kevirên li derdûra golê tên dîtin. bi navencî kurahiya vê golê 100 metreye li hinek cihan digihêje155 metreyî. bilindahiya wê ji deryayê 2 hezar û 250 metre ye.

Niha gelek geştyar û kesên jîngehez berê xwe didin vê  deverê û di nava vê xwazaya bedew de kêliyên xweş dibin serî.