Foruma MERI li Hewlêrê destpê kir

26-10-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Foruma MERI
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bin navnîşana "Iraqeke Seqamgîr Jibo Herêmeke Seqamgîr" îro Sêşemî 26ê Cotmehê li Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Iraqê, hejmarek balyozên welatan li Iraqê û konsulxaneyên li Herêma Kurdistanê û herwiha kesayetiyên siyasî yên partiyan, Foruma MERI bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê destpê kir, ku dê du rojan dom bike û heşt teweran li xwe digire.

Forum anku Dîdara MERI ya vê carê çend heftiyan piştî birêveçûna hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê tê lidarxistin, herwiha birêveçûna wê dîdarê di demekê de ye ku encamên destpêkê yên fermi yên hilbijartinan hatine ragihandin û tê çaverêkiirin, di rojên bê de danûstanin bo pêkanîna hikûemta nû ya Iraqê destpê bikin.

Gotûbûja yekem a roja yekem a Dîdara MERI di bin navîşana "Guherîna dîmena siyasî yê Iraqê, Astengên li pêşiya pêkanîna hikûmetê û avakirina Iraqek bo me hemûyan", tê kirin û Emîr Kînanî serkirdeyê Tevgera Sedir û şêwirmendê yasayî yê Serokkomarê Iraqê, Ceifer Êminkî endamê Polîtboruya PDKê, Esed Îdanî parêzgarê Besrayê, Muzahim Elxeyat, endamê hilbijartî yê parlamentoyê yê Hevpeymaniya Teqedum, Xalîd Şuwanî, Wezîrê Herêma Kurdistanê bo danûstandin li gel hikûemta federal û endamê serkirdatiya YNKê di gotûbêja yekem de dê biaxivin û rojnamevan Hîwa Osman moderatoriya wê dike.

Panela duyem, di jêr navnîşana Piştevaniya cîhanî bo seqamgîrî û avakirina dewletê li Iraq; Astengî û derfet, piştî nîvro birêve diçe û ew kes têde beşdar dibin:

Matthew H. Tueller, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê

Martin Jaeger, Balyozê Almanyayê yê li Iraqê

Ulric Shannon, Balyozê Kanadayê yê li Iraqê

Serheng Heme Seîd, Lêkolînvan ji Peymangeha Aştiyê ya Amerîkayê

Ferhad Elaedîn, Serokê Encûmena Şêwirmendên Iraqê moderatoriyê dike.

Herwiha di panela sêyem de ku bi navnîşana “Iraq û Herêma Kurdistanê di nav navçeyeke aloz de” birêve diçe, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdar dibe.

Sibe Çarşemî 27ê Cotmeha 2021an, roja duyem a Foruma MERI birêve diçe ku pênc panelan li xwe digire.

Panela destpêka roja duyem a Forumê ku dibe çaremîn panela giştî ya Forumê jî, bi navnîşana Dînamkîna ewlehî û siyasetê li navçeyê; Kê nexwşeya nû ya Rojhilata Navîn xêz dike, birêve diçe.

Beşdarên vê panelê ev in:

Alî Reza Gunay, Blayozê Tirkiyê yê li Iraqê

Seyîd Kazim Secadpûr, Şêwirmendê Wezîrê Derve û Rêveberê berê yê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Navdewletî ya Îranê.

Hesen Mustefa, Şirovekar û Rojnamevan ji Siûdiyê

Kameran Palanî, ji Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn

Panela pêncem a Foruma MERI bi navnîşana “Aktorên cîhanî di cîrantiya Iraqê de; Siyaset û stratejiyên demdirêj” saet 11:00 destpê dike ku Tanya Gilî Xeylanî parlamentera berê ya parlamentoya Iraqê moderatoriya wê dike û ew kes têde amade dibin:

Jennifer Gavito, Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îran û Iraqê

Elbrus Kutrashev, Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê

Adil Baxewan, Rêveberê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê (CFRI).

Panela şeşem a Forumê bi navnîşana “Herêma Kurdistanê, astengiyên li pêşiya yekgirtina li gel Bexdayê”, di demjimêr 13:45an de birêve diçe, ku Serokê MERI Dilawe Elaedîn moderatoriyê dike û ew kes jî têde beşdar dibin:

Fazil Mîranî, Partiya Demokrat a Kurdistanê

Selahedîn Behadîn, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Elî Bapîr, Komela Dadwerî ya Kurdistanê

Mela Bextiyar, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Panela heftem a forumê jî bi navnîşana “Rola sektora bankê di vejandina aborî de”, serê saeta 15.45an destpê dike, ku ew kes têde beşdar in:

Emmar Hemed Xelef, Cîgirê Serokê Banka Navendî ya Iraqê

Wedî El-Handhal, Serokê Lîga Bankên Taybet ên Iraqî.

Hamela Gerdî, Seroka Banka Bazirganî ya Herêmê ya Veberhênan û Darayî.

Ehmed Tebaqçelî, Serokê Stratejîstê Asyaya Sînorî ya Paytexta Iraqê

Panela heştam û dawî ya Foruma MERI jî, bi navnîşana “Çavê Herêma Kurdistanê ji paşerojê ye; Astengî, derfet û stratejiya demdirêj”, êvara Çarşemê di saet 17:30an de birêve diçe û Ambrin Zaman moderatoriyê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê têde beşdar dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst