Leşkerekî Tirkiyê li Avaşîn hat kuştin

26-10-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kurdistan PKK Avaşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Avaşîn a di nav axa Herêma Kurdistanê de, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Operasyona artêşa Tirkiyê li dijî PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de berdewam e, ku ji 23ê Nîsana îsal ve li navçeyên Heftanîn, Avaşîn, Zap û Basiyanê destpê kiriye.

Hat ragihandin, li navçeya Avaşîn roja Duşemê 25ê Cotmehê di encama teqînekê de serbazekî artêşa Tirkiyê hatiye kuştin û serbazek jî birîndar bûye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, roja 25ê Cotmehê bombeyeke destçêkirî li navçeya Avaşînê teqiyaye û di encama teqînê de 1 leşker mir û leşkerek jî birîndar bû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê, di encama teqînê de Çawişê Pispor ê Piyade Yunus Emre Yalman jiyana xwe ji dest daye û leşkerek jî birîndar bûye.

Li aliyekî din, baskê çekdarî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de ragihandiye, roja 24ê Cotmehê di êrieşeke gerîlayan de serbazekî Tirkiyê li navçeya Avaşînê hatiye kuştin.

HPGê herwiha di daxuyaniyeke din de daye xuyakirin, ku roja 10ê Cotmehê 4 gerîlayên wan jî li navçeya Avaşînê di êrişeke artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. HPGê ragihandiye, ew gerîlayên wan bi êrişeke bi çekên kîmyayî de jiyana xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst