Li Rojavayê Kurdistanê tovê genim bi destê cotkaran nakeve
Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê werzê çandiniya genim û ceh destpê kiriye û pêwîstiya her donimekî zevî bi 22 kîlo tovê genim heye, lê îsal Rêveberiya Xweser ji bo her donimekî 16 kîlo tov daye cotkaran. Cotkarekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, Kirîza wan ji ya corona ne kêmtir e, ji aliyekî baran nabare û ji aliyekê din jî tov nîne.
Bêtirî 30 çewalên cotkar Îbrahîm Berî şûv maye, eger baran jî neyê ev erd dê beyar bimîne.
Cotkar Îbrahîm Berî yê 45 salî, ji gundê Elî Fero ye, par zeviyê xwe neçand, îsal jî ji ber kêmbûna tov bi xişxişkê diçîne pêdiviya her 1donimê bejî bi 22 kîlo tov heye, lê Rêveberiya Xweser ji bo her 1 donimê 16 kîlo tov dayê.
Cotkar Îbrahîm Berî dibêje: “5 ton dan min û min got em bi xişxişkê biçînin,ew herî bi xwe têra me nake,em dixwazin têra cotkaran tov bide wan. Cotkar û xelk ketine kirîzekê de wekî corona û derziyê sîromê ji mere daleqandiye,baran tine ye, ji aliyekî de bizir,sewal û hem tişt di stûbariya me de ye, em dixwazin alîkariya me bikin, lê ew destê bazirganan digirin, bazirgan zirarê didin me, tona genim kirine 1,700,000 leyreyên Sûrî.”
Ji 12yê Îlona derbasbûyî ve dabeşkirina tov dest pê kiriye, ji bilî cotkarên ku birê pêwîst bi dest nexistine, hin cotkar lib jî negihiştiye wan. Li 12 ambarên tovê genim, Desteya Aborî û Çandiniyê li Herêma Cizîrê tov radestî cotkaran dike, ku heya niha 34000 ton dabeş kiriye.”
Berpirsê Belavkirina Tov li Embarên Qamişlo Ferhad Zênal jî got: “Tovê ku me wergirtiye derdora 35,000 ton me li bêjingê xist û derman kir û li cotkaran belav kir. Gelek cotkaran jî tov ji erdê xwe hiştibûn, ez dibêjim ti kêmanî tine ye, belkî hindek cotkar gazinan dikin qebareyeke pir ji tov nedane me, em naxwazin ku tevaya erdê xwe bikin genim, ji bo rêgezên çandiniyê pêk bînin.”
Sala 2020 Rêveberiya Xweser li Cizîrê Rojavayê Kurdistanê 47,000 ton bizrê genim li cotkaran belav kiribû, lê îsal birê belavkirî bi 13000 ton kêmtir e, di encamê de rêjeya %30 ji zeviyên deverê bê tov dimîne.
Şarezayên aborî didin zanîn, ji ber hişkesaliyê û paşguhkirina kerta çandiniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ve, dê gencîneya xwarinê li deverê rastî ziyaneke berfireh were.