Galeriya wêneyan

26-10-2021
23 Photos
Bilind T. Abdullah

Li bin navnîşana "Iraqeke Seqamgîr Jibo Herêmeke Seqamgîr" îro Sêşemî 26ê Cotmehê li Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokkomarê Iraqê, hejmarek balyozên welatan li Iraqê û konsulxaneyên li Herêma Kurdistanê û herwiha kesayetiyên siyasî yên partiyan, Foruma MERI destpê kir.

Forum anku Dîdara MERI ya vê carê çend heftiyan piştî birêveçûna hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê tê lidarxistin, herwiha birêveçûna wê dîdarê di demekê de ye ku encamên destpêkê yên fermi yên hilbijartinan hatine ragihandin.

Foruma MERI ya bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê du rojan dom bike û heşt teweran li xwe digire.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw