Li Şingalê 11 rêxistinên navdewletî çavdêriya vekirina gorên bikom dikin

Şingal (Rûdaw) - Li Şingalê 18emîn gora bikom a ku jinên Kurd ên Êzidî tê de bûn hat vekirin ku ew jinên tê dê wek `dayikên Şingalê` tên binavkirin. Li Şingalê jibilî tîmên Iraq û Herêma Kurdistanê nûnerên 11 rêxistinên din ên navdewletî çavdêriya vekirina gorên bikom dikin û çavdêrek jî dibêje, ev yekem car ew tiştek wiha dibîne.

Tevî derbasbûna 6 sal hê jî kul û kuvanên cînosayda Şingalê berdewam in û Herda Raqu, di nava wêneyên komkujiya gundê Koço de li dibistana wî gundî ku bîranînên nexweş lê hatine tomarkirin, temaşeyî wêneyên 3 kesên xwe dike li gora bikom a Sulaxê.

Herda Raqu, yek ji kesûkarên qurbaniyên komkujiya li gundê Koço, dibêje, “Roja 03.08 em ketin destê DAIŞê û em anîn vê dibistanê li Koço. Paşê em birin Sulax û li wir jî jinên bitemen û biçûk ji me hati  cudakirin û em hemû hatin binaxkirin.”

Li devera Sulaxê li nêzikî bajarê Şingalê, rê û resmên vekirina yekem gora bikom a jinên Kurd ê Êzidî 25ê Cotmehê dest pê kir. Dibe li cîhanê jî karên bi rengî nehatibin rû dan û jibilî hikûmetên Hewlêr – Bexdayê, 11 rêxistinên navdewletî jî çavdêriya vekirina gorên bikom dikin.

Çavdêra navdewletî ya komkujiya Şingalê Şîvan Sîlukî dibêje, “Îro rojek gelek xembar e bo min, ku ez li vê derê dibînim goreke bikom tê vekirin ku hemû jin in tê de ku komkujiyek ji aliyê DAIŞê ve hatiye encamdan. Heta niha me nedîtiye û be bihistiye ku li cîhanê goreke din hebe hemû jin bin yên tê de hatine komelkujkirin.”

Heya niha termê 235 kesan bo Bexdayê hatine şandin, da ku pişkinîna DNA bo wan were kirin, heya niha encama pişkinîna 100 kesan temam bûye.

Berpirsê Tîma UNITAD a Komkirina Belgeyên Tawanên DAIŞê li Iraqê ragihand, ew dê piştevan bin heta hemû gorên bikom tên vekirin.

Şêwirmendê UNITAD û Serokê Tîma Komkirina Belgeyên Tawanên DAIŞê li Iraqê Kerîm Xan dibêje, “Em niha li gel hikûmeta Herêm û hikûmeta Iraqê ji bo destnîşankirina tohmetbaran di nav DAIŞê, da ku li dadgeha navdewletî keysa wan bê vekirin û tometbar bên cezakirin. Heta niha 17 gorên bikom hatine vekirin. Li gelek pêkhatan komkujî hatine kirin û Baduş, Şîe, Sune, Tirkmen, Kakeyî li Tilafer û Enbar jî, lê foksa me li ser Şingal e.

Roja 3ê Tebaxa 2014an DAIŞê êrişî Şingalê kir, nêzikî 6,500 Kurdên Êzidî ketin destê DAIŞê û bi dehan tawanên dijî mirovahiyê hatin encamdan. Ji hemûyan girantir komkujî bû û heta niha 73 cih hatine destnîşankirin ku zilam, jin û biçûk bi saxî hatine binaxkirin û komelkujkirin.