Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Hewlên ji bo çend êrişan hatin pûçkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan di çend rojên bihorî de “çend hewlên êrîşên têkderane” li nav Herêma Kurdistanê betal kirine û dibêje, hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê çend kes desteser kirine ku têkiliya waa li gel grûpên terorîstî hebûye.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, “di encama operasyona hêzên Asayişê de, du plan hatin pûçkirin ku yek ji wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve plan jê re hatibû danîn, lê bi alîkarî û hemahengiya navbera hêzên polîs û asayiş, istixbarat û dije terora Herêma Kurdistanê hatin betalkirin. Hinek ji plandanerên wan hewlan jî tîkiliya wan li gel xelkên derveyî Iraqê  û niştecihê welatên Ewropayê heye û ji aliyê wan ve hatine arastekirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “ew kes û aliyên ku biryar bû bibin armanca van êrîşên terorîstî, hatine agahdarkirin û rêkarên pêwîst jî ji bo parastina diplomat û xwedan karên biyanî li Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: Piştî lêkolînan û lidûcçûnên hûr, hêzên polîs û asayişa herêmê, çend kesên têkildar bi van planan desteser kirine. Bi rêya Polîsê Navdeweltî (Interpol) jî em dê daxwaza hemahengî û alîkariyê, ji hevkarên xwe yên navdewletî bikin, ji bo desteserkirina kesên din ku di vê planê de dest hene.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Di kêysa duyem de 12 kesên gumankirî hene ku têkiliya wan bi PKKê heye, herwiha çend kesên din jî destê wan têde heye, ku li çend welatan niştecih in di nav de jî Ewropa, ku plana êrîşkirina ser konsulxaneyekê li Hewlêrê û terorkirina dîplomatên nav konsulxaneyê û êrîşkirina ser kompanyayên taybet ên wî welatî li herêmê danîbû. Ev ji bilî hewlên wan bo êrîşkirina ser kompanya û brandên cîhanî û welatên rojavayî li Herêma Kurdistanê. Piştî zêdetir ji 4 mehan çavdêrîkirina wê komê ji aliyê hêzên asayişê ve, çê bû ku canê çend kesan bê parastin, di nava wan de jî du welatiyên Sûrî hene. Kesên gumanlêkirî li gor madeya 1 a yasaya 21 a sala 2003 dê radestî dadgehê bên kirin.

Di kêsya duyem de, piştî zêdetir ji salekê ji lidûvçûnan, heta niha 8 kes hatine desteserkirin, ku hemû welatiyên Iraqê ne. Vê grûpê hewla terorkirina parêzgarekî Herêma Kurdistanê û encamdana çend karên tundûtîj li herêmê bi giştî û parêzgeha Duhokê bi taybetî daye. Herwiha wan plana êrîşkirina ser dezgehên Hikûemta Herêma Kurdistanê û têkdana Asayişa herêmê danîbûn, di demeke nêzîk de, kesên gumanbar , dê li gor madeya 1 a yasaya 21 a sala 2003 radestî dadgehê bên kirin.”

Li gor daxutaniyê di kêsya sêyem de piştî dûvçûn û operasyoneke berfireh a dijehewalgîriyê bo heyama zêdetir ji salekê, polîsan karîn 7 kesan desteser bikin ku hemû welatîyên Iraqê ne û ew beşek ji torekê ne ku zanyariyên hewalgîrî û leşkerî derbarê sazî û berpirsên hikûmetê de kom dikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Vê torê plana kuştina payebilindekî hewalgîriyê û dadwerekî danîne û zanyarî bi çend aliyan re ku PKKê jî di nav de veguherîne.

Ev operasyonana nîşana wê didin ku êrişeke berdewam li ser aştî û aramiya Herêma Kurdistanê heye, lê hêzên Asayişê bi awayekî çalak erkên xwe pêk tînin û bi ti awayî rê nadin ku rewşa ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bê têkbirin.”