Li Kampa Domîzê agir bi firnekê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê agir bi firnekê ket û di encamê de koçberekî jiyana xwe ji dest da.

Li Kampa Domîz ku mezintirîn kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê ye li Herêma Kurdistanê, îro 26ê Cotmeha 2020an agir bi firnekê ket.

Di encama agir de karkerê ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Yehya yê 36 salî ku jerê dibêjin Bavê Ehmed jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên destpêkê agir çirûsk gihîştine tankereke sotemeniyê û pişt re agir bi firnê ketiye.