ÎDIA - Şervana YPJê Çîçek Kobanî li Tirkiyê tê dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dîlgirtina şervana HSDê, Çîçek Kobanî û awayê reftara hovane ya çekdarên grûpa çekdar a opozisyona Suriyê ku Tirkiyê piştavniya wan dike, deng veda. Piştê vê yekê wêneyeke Çîçek Kobanî hate belavkirin tê îdiakirin ew niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Çîçek Kobanî di şerê li dijî DAIŞê da, birndarbûye, niha ketiye destê grûpekê ku heman slogana DAIŞê bo serbirîna wê bilind dikin.

YPJê ragihandibû ku jiyana Çîçek Kobanî di metrisyê de ye.

Herî dawî çekdarên opozisyona Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve  vê yekê red dike û dibêje, ew pabendin bi yasayên aynî û navdewletî yên reftara ligel dîlgirtiyan.

Çekdar îdia dikin ku Çîçek di dema hewla xweteqandinê de, hatiye girtin û nehatiye îşkencekirin, dê bê dadgehkirin.

Di pêşhateya herî nû de wêneyek Çîçek Kobanî hate belavkirin û tê îdiakirin ku ew niha li nexweşxaneyeke Tirkiyê tê dermankirin.

Çi bibû?

Çekdarên ser bi Tirkiyê dîmenên vîdyoyê yên dema êxsîrkirina şervana Kurd a YPJê, ku beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Çîçek Kobanê belav kiribûn. Di dîmenan de derdikeve ku çekdarekî ser bi Tirkiyê, şervana Kurd a birîndar girtiye ber singê xwe û bi zimanê Erebî gefa “kuştin û serbirînê” jê dikin.

Fermandariya Giştî ya YPJê piştrst kiribû, ku şervana wan a bi navê Çîçek Kobanî bi birîndarî ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve û diyar kiribû, ku jiyana şervana wan di metirsiyê de ye û tekez kiribû, civaka navdewletî di ber silametî û parastina jiyana wê şervana Kurd de berpirsyar e.

Di vîdyoyê de dengê çekdarekî jî tê bihîstin, ku amaje bi şervana Kurd Çîçek Kobanê dike û dibêje, “serjê bikin.”

Tevî ku dîmenên vîdyoyî yên êxsîriya wê şervana Kurd li ser sosyal medyayê belav bûne, lê belê niha çarenivîsa wê şervanê nayê zanîn.