Li Helebceyê festîvala hinaran birêve çû

26-10-2018
Hinarên cur bi cur hatin nimayîşkirin
Hinarên cur bi cur hatin nimayîşkirin
Nîşan Helebce Festîval Hinar
A+ A-

Helebce (Rûdaw) – Hinarên tirş û meyxoş ên Helebce, Şarezor û Hewraman li Çaremîn Festîvala Hinaran a li parêzgeha Helebceyê hatibûn danîn. Cotkaran berhemên hinar ên îsal li pêşberî hevwelatiyan nimayîş kirin.

 

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Ehmed Pîre ji bo tamkirina hinara meyxoş a Helebceyê beşdarî festîvalê bûbû û di festîvalê de diyar kir. “Ez gelek ji hinarê hez dikim û her sal têm vê festîvalê.”

 

Festîval li nav baxçeyekî bajarê Helebceyê hatibû lidarxistin û ji hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê welatî ji bo beşdariya festîvalê hatibûn.

 

Di festîvalê de heşt cure hinar hatin nimayîşkirin, weke hinara şîrîn a spî, hinara şîrîn a sor, hinara salexane, kawane, melesî û lareş.

 

Berhema îsal a hinarê li Helebce, Şarezûr û Hewraman, zêdetirî 30 hezar ton bûye li nav 3 hezar û 500 donim zeviyên wê deverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst