Mensûr Barzanî: Pêşmerge tankeke Abrams M1 tekşikand

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Pêşmerge Mensûr Barzanî ragihand, ku îro li cebheya Zumar – Rebîeyê 3 tankên Heşda Şeibî hatin têkşikandin.

 

Fermandeyê Leşkerê Taybetê Gulan Mensûr Barzanî di derbarê şerê îro yê li Mîhwera Zumar û Rebîeyê de aşkere kir: “Di şerê îro yê li Zumarê  sê tankên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê hatin têkbirin.”

 

Mensûr Barzanî herwiha got: “Yek ji wan tankên ku îro hatin teqandin, tankeke Abrams M1 a Amerîkî ye.”

 

Şerê di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de li çend cebheyan berdewam e. Herwiha topbarankirina bereyên Pêşmerge jî ji aliyê leşkerên Iraqê ve didome. Li gor zanyariyên Rûdawê, nêzîkî 150 kuştî û birîndarên Heşda Şeibî hene û di nav wan de jî fermandarên payebilind hene.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, bûye 3 roj leşkerên Iraqê ji bo pêkanîna êrişeke bi vî rengî amadekariyê dike. Herwiha şeva derbasbûyî Hadî Amirî û Ebû Mehdî Muhendîs jî gihiştine Zumarê da ku rasterast serperiştiya êrişan bikin.

 

Hêzên Pêşmerge ji bilî Mîhwera Zumar û Rebîe îro roja pêncşemê 26ê Cotmeha 2017an li Mîhwera Pirdê êrişeke Heşda Şeibî têkşikand.

 

Bi têkbirina tanka Abrams M1 li Zumar û Rebîeyê, ev dibe tanka duyem a Abrams a Amerîkî ku Pêşmerge di nav hefteyekê de têkşikandine.