Encumena Asayişa Kurdistanê: Hadî Amirî û Ebû Muhendis serkêşiya êrişên îro dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê şerên îro yên hêzên pêşmerge li gel Heşda Şeibî û artêşa Iraqê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ragihand, Hadî Amirî û Ebû Muhendis serkêşiya şerên îro kirine.

 

Di daxuyaniyê de, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi navên wan grûpên Heşda Şeibî dike ku beşdarî di şer û rûbirûbênên îro de kirine û dibêje: “Ketîbeyên Îmam Elî, Tevgera Nuceba, Lîwaya Tewafuq, Lîwaya Husên, Feyleqa Bedir, Lîwaya El-Ebas, Ketîbeyên Cundî Îmam û Destwerdana Bilez, ku hemû ewane di bin serkêşiya Hadî Amirî û Ebû Muhenis de beşdarî şerê îro bûne.”

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Li gorî zanyariyên ji eniyên pêş ên şer ve, hêzên iraqî bi piştgiriya Heşda Şeibî berdewam in li ser bikaranîna çekên amerîkî, ew çekên ku ji bo operasyon û şerên li dijî DAIŞê dane Iraqê, ew jî li dijî Destûra Iraqê ye.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa zirarên hêzên Iraqê hatiye kirin û hatiye gotin: “Hêzên pêşmerge bi şêweyeke qehremanî karîne 3 tank û 5 Hamvî yên amerîkî û Bacerekê têk bibin.”

 

Li gorî daxuyaniyê, “êrişên hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ya piştgirêdayî bi Îranê, ji çar milan ve û ji bakurê rojavayê Mûsilê êrişên xwe dest pê kirin, ku ji Berdiye û Hemed Axa ber bi Eyn Kuwyes û Muşeref ber bi Sofiye û ji Rebîe ve ber bi Mehmûdiyeyê ve bûn.”

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, ku “îro demjimêr 12:00ê berî nîvro hêzên pêşmerge bi qehremanî bersiva êrişên artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî ya bi piştgiriya Îranê ve dan û di encamê de 3 tank, 5 Hamvî û Bacereke dijmin hatin têkşikandin.”

 

Herwiha Encumena Asayişa Kurdistanê daxwaz dike, ku “bi zûtirîn dem ew êriş werin rawestandin û Iraq hêzên xwe paşve vekişîne û Iraq vegere gotûbêjê, daku ew nakokiyên siyasî werin çareserkirin.”