Baydemîr: Serkeftin di yekîtiyê de ye!

26-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan MERI Osman Baydemîr Riha HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr diyar kir ku beriya hemû tiştan pêwîstiya kurdan bi hevgirtin û îtîfaqê heye.

 

Li Hewlêrê, bi sponsoriya Rûdawê, 6emîn Dîdara MERI birêve diçe. Di duwemîn roja Dîdara MERI de Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Rihayê Osman Baydemîr gotarek pêşkeş kir û got: “Li bakûrê Kurdistanê dagirkeriyeke mezin heye. Ev sed sal e rejîma Enqere dijminahiya gelê kurd dike. Duh jî serokên şaredariya Amedê girtin. Wesa diyar e ku dixwazin careke din îradeya gelê kurd bişkînin.”

 

Baydemîr diyar kir ku peymana Sykes Picot bidawî bûye û ji bo aramiya Rojhilata Navîn pêwîstî bi stratejiyekî nû heye û wiha axivî:

 

“Stratejîya Enqere, Bexda, Şam û Tahranê heye. Gelo stratejiya kurdan çi ye? Mixabin, stratejiya hemû aliyan heye lê stratejiyeke me yê hevpar nîne. Berî sed salan dema sînor hatin diyarkirin, nêrîna kurdan negirtin. Bila vê carê stratejiya me hebe da ku raya me jî werbigrin.”

 

Baydemîr daxuyand, “Beriya her tiştî pêwîstiya me bi hevgirtina kurd û Kurdistanê heye û wiha pêde çû:

 

“Ez bejna xwe li hember hemû şehîdan û şehîdên pêşmerge yên şerê Mûsilê ditewînim, ji birîndaran re şîfa dixwazim.”

 

Parlamenterê HDPê yê Rihayê ragihand, “Îro çavê hemû parçeyên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye. Serkeftinên parçeyên din dê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê misoger bike. Jiber ku çarenivîsa me bi hev ve ye. Li Bakûrê Kurdistanê azadî misoger bibe dê li Başûrê Kurdistanê jî serkeftin misoger be.”

 

Baydemîr daxwaz kir ku partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê li hember kiryarên Tirkiyê ya li dijî siyasetmedarên kurd bibin xwedan helwest û diyar kir: “Azadiya Başûrê Kurdistanê azadiya Bakûrê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê ye. Pêşeroja hemû kurdan yek e. Darbeya nû ya li Bakûrê Kurdistanê  li ser gelê kurd dikin, bawer bikin dê bi berxwedan û yekîtiya kurdan bê têkbirin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst