Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serjimêrî birêve diçe

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serjimêriya giştî birêve diçe.

 

Li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê proseya serjimêriya giştî dest pê kiriye.

 

Di qonaxa yekem de proseya serjimêriya giştî bi şêweyekê internet dest pê kir, lê belê tê gotin, ku li gelek parêzgeh û bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelek kêm kes beşdar bûne.

 

Fermanberekî rêvebirina serjimêriyê li Îranê dibêje, ku xelkê gundên li Îranê ji ber nebûn an jî xirabiya xetên internetê, bi rêjeyeke kêm di serjimêriya internet de beşdar bûne.

 

Piştî timambûna heyama serjimêriya internet li Îranê, ji roja şemî 45 hezar fermanberên demkî dê proseya serjimêriya giştî bo heyama 27 rojan birêve bibin.

 

Birêvebirên proseya serjimêriyê dibêjin, ku serjimêriya internet bo xelkê hêsantir û xweştir bû, lê belê nebûn û xirabiya internetê rê neda ku hemû gel bikarin beşdarî wê proseyê bikin.