Leyla Zana: Aliyê dest bi oprasyona kirî pêvajo têk bir

26-10-2015
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Pêvajo Êlih
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana dibêje , aliyê ku dest bi operasyonan kir, pêvajo têk bir.

 

Parlementera HDPê ya Agirî, Leyla Zana ji bo piştgiriyê bide hevserokên Şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemir û Gulistan Akel ku ji aliyê dewletê ve ji wazifeya xwe hatine dûrxistin, serdana şaredariya Êlihê kir.

 

Leyla Zana di civîna bi berpirsên DBPê re ragihand ku dewlet nahêle ew baş kar bikin ji ber ku kesên çalak binçav dike.

 

Parlementera HDPê ya Agirî anî ziman ku dewlet wan weke xayîn binav dike û got, kesê xwe radestî bazirganên çekan kiriye ew xayin e.

 

Leyla Zana destnîşan kir ku aliyê ku bi çekan pirsên welat çareser bike, dijminê hemû gelan e û got, aliyê ku dest bi operasyonan kir, pêvajo têk bir.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst