Colemêrg: 6 kîlo zêrê qaçax hat bidestxistin

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr Qaçax Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rûbarokê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di nava kamyonetekê de 6 kîlo zêrê qaçax hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê li navçeya Rûbarokê tîmên Fermandariya Cendermeyan li ser zanyariyên îstixbaratî kamyonetek rawestand û lêgerîn kir.

Di encama lêgerînê de di nav kamyonetê de li ser şofêr û kesekî din bi giştî 6 kîlo zêr hatin dîtin ku bihayê wan 17 milyon û 600 lîreyên Tirkî ye.

Hat ragihandin derbarê kesên gumanbar de kar û barê yasayî hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst