PDK: Metirsî heye serjimêrî bikeve şûna madeya 140î

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fraksiyona PDKyê yê Kerkûkê diyar kir ku metirsî heye serjimêrî bikeve şûna madeya 140 a Destûra Îraqê.

Ambargoya serjimêriyê dest pê kir û dê heta 30yê Çiriya Pêşînê berdewam bike.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Encûmena Kerkûkê Hesen Mecîd li ser serjimêriyê û metirsiyên serjimêriyê yên li Kerkûkê ji Rûdawê re axivî.

Hesen Mecîd diyar kir ku Kurdên Kerkûkî yên ku li derveyî Kerkûkê dijîn divê heta ambargoya serjimêriyê li Kerkûkê bin.

“50 hezar Erebên hawirde li Kerkûkê hatine bicihkirin”

Hesen Mecîd amaje bi metirsiyên serjimêriyê kir û wiha berdewam kir:

“Metirsê heye ku serjimêrî bikeve cihê madeya 140 a Destûra Îraqê.

Niha piraniya malên Kerkûkiyan li bajarên din ên Herêma Kurdistanê ne.

Li Silêmaniyê, Hewlêrê ne û navên xwe li Kerkûkê tomar nekirine.

Tirsa me heye, heger na pêwîst e serjimêrî li gorî qonaxan were kirin.

Li ser wan karên berê li Kerkûkê hatine kirin têbîniyên me hene.

Piştî 16ê Çiriya Pêşînê zêdeyî 9 taxên Ereban hatine çêkirin.

Zêdeyî 50 hezar Erebên hawirde li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Em li gel wê yekê ne ku madeya 140 li gorî serjimêriya 1957an were kirin.

Di serjimêriya sala 1957an de 388 hezar û 839 kes tevlî serjimêriyê bûn û ji sedî 48 kes Kurd û ji sedî 28 kes jî Ereb û ji 21 kes jî Tirkman û ji 3 kes jî ji neteweyên din bûn.

Belê rast e di forma serjimêriyê de pirsa neteweyê nîne lê Erebên hawirde niha li Kerkûkê hatine bicihkirin.“

Hesen Mecîd di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew bi rêya yasayê hewl didin serjimêrî li Hewlêrê neyê kirin.

Hesen Mecîd di dawiya axaftina xwe de ji xelkê xwest ku dema pêvajoya serjimêriyê vegerin Kerkûkê û navên xwe li ser Kerkûkê tomar bikin.

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîna 2017an hejmara şêniyên Ereb li Kerkûkê bi rêjeyeke ne normal zêde bûye û tê gotin ku li hinek gundan hejmara wan ji nifûsa xelkê wê herêmê zêdetir bûye.

Biryar e roja 20.11.2024an serjimêrî li Îraq û Herêma Kurdistanê were kirin.

Herî dawî serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê sala 1987an hatibû kirin.

Li gorî pêşbîniya Wezareta Plandanînê ya Îraqê dê hejmara xelkê Îraqê dê bigihe 51 milyon û 211 hezar û 700 kesan.