Riha: 4 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hewag Riha PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 kes hatin girtin.

Ji ber “endamtiya PKK-KCKyê” 6 sal û 3 meh cezayê wan ê girtîgehê hebûye.

Fermandariya Cendermeyan a Rihayê li navçeya Hewagê bi ser gelek malan de girt.

Di encamê de 4 kes hatine girtin ku beriya niha derbarê wan de bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Hat ragihandin ku cendermeyan her 4 kesên hatine girtin birine girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst