HPGyê nasnameyên 2 gerîlayan eşkere kirin

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zerdeşt Suruç Rêbaz Bagok HPG PKK Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 2 gerîlayên xwe yên ku li Çiyayê Bagokê yê Nisêbînê canê xwe ji dest dabû eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Zerdeşt Suruç û Rêbaz Bagok 30ê Tebaxa 2024an li herêma Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Zerdeşt Suruç: Navê wî yê fermî Adem Ozkan e û ew ji gundê Zoncikê yê navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê ye, 30ê Tebaxê canê xwe ji dest daye. 

Rêbaz Bagok: Navê wî yê fermî Selman Dagdelen e û ew ji navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye, 30ê Tebaxê canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku her du gerîlayan “di bombebarana piştî şer de” canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku Adem Ozkan sala 2013an tevî refên gerîlayan bûye.

Cenazeyê Adem Ozkan doh li gundê Zoncikê yê Sirûcê hat veşartin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rê neda ku malbat şîna kurê xwe dayîne.

Hat ragihandin ku Selman Dagdelen jî sala 2014an tevî PKKyê bûye û li herêma Zap û Mêrdînê maye.

Daxuyaniya Yerlîkaya

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê 1ê Îlonê diyar kir ku li Nisêbînê operasyona bi navê “Gurz-11” hatiye kirin û di encamê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Yerlîkaya cih da dîmenên operasyonê jî û diyar kir ku di operasyonê de balafir û dron hatine bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst