Hewlêr (Rûdaw) - Gola Masiyan a navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê rûbirûyî metirsiyeke mezin e.
Gola Masiyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gola herî mezin a ji asta deryayê bilind û xwezayî ye.
Gol 70 metreyan kûr e, li hinek cihan kûrahiya wê digihêje 100 metreyî.
Niha metirsiya hişkbûna golê heye.
Pisporan diyar kir ku divê çareyek ji rewşê re were dîtin.
Mamosteyê Zanîngeha Agiriyê Prof. Dr. Faruk Kaya got:
“Di van 10 salên dawiyê de ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û hilma zêde, her ku diçe asta ava golê kêm dibe.
Tevî ku li gorî par îsal baran zêdetir jî bariya lê em dibînin ku asta ava golê gelekî daketiye.
Li gel bandorên xwezayî bandora kiryarên mirovan jî li ser kêmbûna asta avê heye.”
Çavkaniyên Gola Masiyan ava binerdê, kanî û çemên herêmê ne.
Di van salên dawiyê de ji ber kêmbûna barîna berfê, ava wan çavkaniyan jî kêm bûye û ew jî bandorê li golê dike.
Bi daketina asta avê re jîngeha vê herêmê jî diguhere.
Welatiyên herêmê da zanîn ku daketina asta avê gihiştiye asteke metirsîdar.
“Ava vexwarinê ya Bazîdê ji vir diçe”
Xwediyê Navenda Pêşwazîkirina Geştyaran Yakup Bîrlîk jî anî ziman:
“Ava vexwarinê ya Bazîdê ji vir diçe. Bazîd mezin dibe û ava pêwîst zêdetir dibe.
Di golê de cihê berê em bi belemê lê digeriyan niha em nikarin bigerin, ji ber ku av daketiye li beşeke zêde giya şîn bûye.”
Ava gundên derdorê û navçeya Bazîdê ku 54 kîlometreyan ji golê dûr e jî ji golê tê dabînkirin.
Prof. Dr. Faruk Kaya destnîşan kir ku kontrolek li ser bikaranîna avê jî nîne ku ew jî bandoreke neyînî li Gola Masiyan dike.
Divê ji bo ava Bazîdê çavkaniyên nû werin dîtin ku gol ziha nebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse