Pêşbirka Zebeşên Amedê: ‘Zebeşên me wekî zarokên me ne’

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zebeşên Amedê Amed Cotkarên Amedê Çemê Dîcleyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e 28ê Îlonê Pêşbirka Zebeşan li parêzgeha Amedê were lidarxistin.

Cotkarên zebeşan diyar dikin ku ew zebeşan wekî zarokên xwe mezin dikin û 4 mehên xwe didin wan.

Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Amedê pêşbirkê organîze dike.

Cotkar û xwediyên zebeşên ku dê pêşbirkê bikin ji bo wê rojê ji zû ve amadekariyên xwe kirine.

Cotkarê xwediyê zebeşê herî giran dê were xelatkirin.

Di pêşbirkê de zebeşên 25 kîlo û zêdeyî 24 kîloyan tevlî pêşbirkê dibin.

Di pêşbirkê de, yek curêyê zebeşan heye ku tenê ji aliyê 10-12 cotkaran ve tê berhemanîn.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê cotkarên ku li peravên Çemê Dîcleyê bi awayekî xwezayî berhemên xwe mezin kirine ji pêşbirkê re amade ne.

Cotkarê bi navê Mehmet Atli anî ziman:

“Mirovek çawa zarokê xwe xwedî bike, em jî bi zebeşan re wiha eleqedar bûn û me ew mezin kirin.

Zêdeyî 4 mehan e em bi wan re mijûl in. Îsal berhem baş bû û li gorî par zebeşên me mezintir in."

“Hezar sal in ev zebeş tên çandin”

Pêşbirka zebeşan ji aliyê Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya parêzgehê ve tê lidarxistin û heta roja pêşbirkê jî berhem li Saziya Şîr û Goşt tên parastin.

Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Amedê Mustafa Ertan Atalar li ser pêşbirkê axivî:

“Ev berhemeke hêja ye. Di salnameyên Diyarbekirê de navê vî cureyî derbas dibe û nêzîkî hezar sal in tovê wan tê çandin.

Ji ber ku cureyê hêja ye û divê berdewam be û em jî kedê didin vê hewlê.”

Pêşbirka zebeşan îsal 28ê Îlonê tê kirin û 64 zebeşên ku zêdeyî 25 kîlo ne dê tevlî pêşbirkê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst