Ciwanê bi otîzmê ji qata 5an kete xwarê

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erzirom Otîzm Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Platokanê yê Erziroma Bakurê Kurdistanê ciwanê bi otîzmê yê ji qata 5an ket giran girîndar bû.

Li taxa Haci Salih Efendî ya navçeya Paltokanê ciwanê bi navê Y.E.A yê 21 salî ji qata 5an a avahiyê ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Y.E.A bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê.

Hate zanîn ku rewşa tendiristiyê ya ciwanê bi otîzmê xerab e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst