Balyozê Îmaratê: Em hewl didin baziganiya xwe ya bi Amedê re geş bikin

Amed (Rûdaw) - Balyozê Îmaratê yê Enqereyê, “Em hewl didin baziganiya xwe ya bi Amedê re geş bikin."

Balyozê Îmaratê yê Enqereyê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê li Ameda Bakurê Kurdistanê civiyan.

Di civînê de derfetên kar û bazirganiyê yên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin.

Bi serpereştiya Balyozxaneya Îmaratê ya Enqereyê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê li navenda bazirganiyê ya bajêr civîna gotûbêjkirina derfetên hinarde û hawirdekirinê yên Îmarat û Amedê de hat lidarxistin.

"Em hewl didin baziganiya xwe ya bi Amedê re geş bikin"

Balyozê Îmaratê yê Enqereyê H. E Saeed Thani Al Dhaheri di axaftina xwe de wiha got:

"Ez kêfxweş im ku ez îro li bajarê Amedê li gel we me ku xwedî taybetiyeke dîrokî û çandî ye.

Em hewl didin ji vê beşdariya xwe derfetê wergirin da ku em di asoya bipêşxistinê de hevkariya xwe geş bikin.

Nemaze di rêya dabînkirina defetên hevbeş de afirînerî û hevkariya bazirganî ku di berjewendiya aboriya her du welatan de be da ku bipêşketina me berdewam bike."

Civîn û bi beşdariya Balyozê Îmaratê yê Enqereyê endamê lijneya şopandin û koordinasyona aboriyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê û karsazên bajêr hat kirin.

"Em dixwazin bi rêya Îmaratê berhemên xwe bifroşin cîhanê"

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya got:

Dema em li dinêrin em dibînin ku Îmarat ne welatek e ku zêde hilberînê dike.

Ew zêdetir bazirganiyê dikin. Yanî bazirgan di ser Îmaratê ve berhemên xwe difiroşin.

Hem binesaziya Îmaratê, hem sektora fînansê hem jî lojîstîka wî gelekî xurt in.

Hedefa me jî ew e ku veberhênerên Amedê yên sektora avahîsaziyê, yên tekstîlê, yên çandiniyê bazirganiya xwe bi Îmaratê re zêde bikin.

Li aliyekî din jî em bi rêya Îmaratê berhemên xwe bifroşin cîhanê.

Di civînê de li ser potansiyela Amedê ya hilberîn û hinertina berhemên bajêr hat axaftin û girîngî bi geşkirina dan û standinê ya di navbera alema kar a Îmarat û Amedê de hat dayîn .

"Ji me Îmarat ji bo bazirganiyê gelekî guncav e"

Endamê Lijneya Şopandin û Koordinasyona Aboriyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Hakan Yurdakul wiha anî ziman:

"Hem ji bo ketina bazarên Kendavê, hem ji bo bazarên Afrîkayê hem jî ji bo ketina bazara Rojhilata Dûr ji bo me Îmarat gelekî guncav e û cihek e ku ji bo bazirganiyê derfetên gelekî balkêş û guncav dihewîne."

Karsazên ku beşdarî civînê jî bûn ji bo zêdekirina qebareya hinardeyê ya ji Amedê ji bo Îmaratê daxwaza asankirina pêwendiyên her du aliyan kir.

Karsaz Felat Gokdemîr diyar kir, "Ev civîn ji bo karsazên Amedê gelekî baş bû. Dê ji îro şûn de têkilî baştir bi pêş ve herin.”

"Dê pir tiştên baş ên bazirganiyê werin avakirin"

Karsaz Aylîn Tursak li ser civînê wiha axivî:

"Ez wekî karsazeke jin hatim vê civînê ku bizanim ka ez çawa dikarim bi Îmaratê re bazirganîya xwe bi rêk bixim, çawa dikarim bazara xwe bigihînim Îmaratê.

Ew derfetên bazirganiyê yên ku ew ji bo me ava dikin ez dikarim çawa jê sûdê bigirim. Ji bo ez van tiştan hîn bibim ez hatim.

Di vî warî de jî ez hînî tiştên bikêrhatî bûm. Min wisa hîs kir ku dê pir tiştên baş ên bazirganiyê werin avakirin."

Civîna karsazên Amedê û Balyozê Îmaratê bi biryara berdewamiya hevdîtinên bi vî rengî bi dawî bû.