Li Erzinganê qeza: 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erzingan Qeza Gercan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzeha Erzincanê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn û 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku Ramazan C. (44) diajot li ser rêbeja Gercanis-Erzinganê ji paş ve li barhilgira ku Yusuf T.  diajot xist

Li ser agahdakirina kesên derdorê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de şofêr Ramazan C. (44) û Semîha C. (14) li cihê bûyerê mirin û A.E.C. (11), Melîke C. (39) û H.E.C jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gercanisê.

Ji birîndaran Melîke C. tevî hemî midaxeleyên jî li nexweşxaneyê mir.

Hat ragihandin ku tenduristiya her du birîndarên din jî di xeterê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst