Otobûs wergeriya: 28 mirî û 19 birîndar

26-09-2024
RÛDAW
Nîşan Etyopya Otobûs Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Etyopyayê otobûs wergeriya û ket robar û di encamê de 28 kes mirin.

Li gorî nûçeyên medyaya Etyopyayê, rayedaran ragihand ku otobûsa ku ji bajarê Wolaîta Sodoyê ber bi bajarê Dauroyê diçû ji rê derket û ket nav robar.

Di qezayê de 28 kesên di otobêsê de mirin û 19 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin, birînên hinek birîndaran xedar in û metirsî heye ku hejmara miriyan jî zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst