Li Êlihê êrişa bi çekê: Kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku rastî êrişeke bi çekê hat, canê xwe ji dest da.

Li taxa Gultepeyê ya parêzgeha Êlihê kesekî bi navê Ş.B. yê 38 salî rastî êrişê hat.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê. 

Hat eşkerekirin ku Ş.B li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê, cenazeyê Ş.B. ji bo otopsiyê rakir morga nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Hat ragihandin ku ji bo girtina kesên gûmanbar lêpirsîn hatiye destpêkirin.