DÎLOK - Kesekî ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta YPGyê hat desteserkirin

26-09-2023
Nîşan Dîlok Desteserkirin YPG Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mezmaxorê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya YPGyê” hat desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê, li navçeya Mezmaxorê, welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê R.M. bi hinceta “endamtiya YPGyê” desteser kir.

Hat îdiakirin ku “R.M. beriya sala 2018an li Efrînê di nav refên YPGyê de maye.”

Tîman, R.M. ji bo karên îfade wergirtinê bir Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst