Zêrîna biçûk a ji Kobaniyê ji ber şaşîtiyeke bijîşkî felc bû

26-09-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Zêrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêrîna biçûk a ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber şaşîtiyeke bijîşkî fel bû.

Ji ber şaşîtiyeke bizîşkî, 6 sal e landika vê Zêrinê ji nava malê nehatiyê rakirin.

Zêrîna 6 salî heta yek saliya xwe jî zarokeke asayî bû lê piştre jiyana wê serobin bû.

Ji ber şaşîtiyeke bizîşkî Zêrîn felc bû.

Dayik û bavê Zêrînê li Turkiye, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Nexweşxane bi nexweşxane geriyan lê ji keça xwe re ti çareyek nedîtin.

Dê û bavê Zêrînê tevî keça xwe ya nexweş niha ji bo çareseriyê li Herêma Kurdistanê ne.

“Min 57 rojan Zêrînê nedît”

Bavê Zêrînê Mazin Mehmûd got “Germahiya laşê wê zêde bû em çûn nexweşxaneyê, bijîşk derziyek lê xist, vegeriya asayî bû.

Saetek kete navberê me got em rakin nexweşxaneyê.

57 rojan min wê nedît, dema ku min wê dît jî ne çav heye, ne dest ne ling tiştek nema.

Piştre em hatin Rojava, ji xwe rewşa Rojava jî zeîf e. Rewşa wê xerab bû em hatin Kurdistanê.

Li vê derê jî em çar caran çûn nexweşxaneyên Rizgarî, Cumhrurî, Raperîn û Wezareta Tenduristiyê. Me ti feyde nedît.”

Ev malbat ji 3yê vê mehê ve ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û niha li Hewlêrê dimînin.

Bijîşkan hêviyên wan bi başbûna keça wan biriye. Niha derman tenê azarên Zêrînê radwestînin.

“Em ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyê dixwazin”

Mazin Mehmûd wiha pê de çû, “Em ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dixwazin ku ji bo dermanên wê alîkariya me bike.

Li Kurdistanê îqameyê bidin me. Ji ber ku niha li vê derê îqameyê derxin dike 500 hezar dînar ew jî nêzikî 400 dolar dike.

Ew jî di destê me de tine ku em îqameyê derxin. Mecbûr divê em îqameyê derxin.

“Pêwîstiya wê bi derman heye”

Dayika Zêrînê Siham Hisoyê jî got, “Pêwîstiya wê bi derman heye, bi masajê heye. Laşê wê biçûk e lê giran e. Ez xizmet dikim lê pir zehmet e.”

6 sal e destê dayika Zêrinê ji landika Zêrîn nehatiye xwarê.

Bavê Zêrînê kasibkar e û divê mehane bi qasî 100 dolaran dermanan ji Zêrîn re bikere.

Kirêya xaniyê wan jî 200 dolar e. Ji xeynî van cerciyên 4 zarokên din û hevjîna wî jî hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst