Li Rihayê pevçûn: Kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Wêranşar PEvçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna navbera du grûpan de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li çayxaneyeke li ser cadeya Qerejdaxê ya navçeya Wêranşarê çêbû.

Li gorî zanyariyan, li çayxaneyê  ji ber sedemeke nediyar di navbera du grûpan de nîqaş derket.

Piştî demekê her du grûp pev çûn.

Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn û sê welatiyên bi navên A.D, S.D û H.K birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

A.Dyê ku birînên wî giran bûn tevî hemû hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û li hemberî egera destpêkirina pevçûneke nû tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst