Li Agiriyê di barhilgirekê de 80 koçber hatin desteserkirin

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Koçer Agirî Efxanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di barhilgirekê de 80 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, tîmên Rêveberiya Ewlehiyê yên Agiriyê, şevê din li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê li ser gumanê barhilgirek rawestand û tê de dest bi lêgerînê kir.

Di encama lêgerînê de 80 koçberên Efxanistanî di dorseya barhilgirê de hatin desteserkirin.

Koçberên destserkirî piştî karûbarên yasayî veguhestin Rêveberiya Koç û Koçberan a Agiriyê. 

Hat ragihandin şofêrê barhilgirê jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst