ERZIROM - Kesekî Sûriyeyî dergistiya xwe ya Rûs kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê kesekî Sûriyeyî dergistiya xwe ya ji Rûsyayê bi perçeyên caman kuşt.

Li gorî zanyariyan, îro li Erziromê di navbera welatiyê Sûriyeyî N.A yê 29 salî û dergistiya wî ya ji Rûsyayê ya 32 salî Anastasia Emelianovayê ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê N.A dergistiya xwe ya ji Rûsyayê bi perçeyên camê birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di encama pişkinînên tîmên tenduristiyê de, diyar bû ku gelek xwîna Anastasia Emelianova çûye û wê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîman termê Anastasia Emelianovayê bir Bijîşkiya Dadî ya Erziromê.

Gumanbarê bûyerê N.A jî ji aliyê polîsan ve hat destserkirin û hêzên ewlehiyê ew şand dadgehê.

Li dadgehê jî bi tohmeta kuştina bi biqest hat girtin.

Li aliyê din, hat zanîn welatiya Rûsyayê Anastasia Emelianova, endezyara bernameya nivîsbariyê bû û berî mehekê ji welatê xwe çûye Stenbolê.

Anastasia Emelianovayê 6 meh berê welatiyê Sûriyeyî N.A li ser torên civakî nas kiriye.