HSDyê bersiv da Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê: 'Ji rastiyê dûr e'

26-09-2023
Nîşan Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê HDK Daxuyanî Redkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiaya Tirkiyeyê ya li ser “kuştina 15 şervanan” red kir.

Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaiyekê de ragihandibû ku “rojên 20, 23 û 24ê Îlonê hêzên Tirkiyeyê, li Minbic, Efrîn û Serê Kaniyê 15 şervanên HSDyê kuştine.”

Li gorî Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê, van 15 şervanan hewl dida ku êrişan pêk bînin.

"Ji rastiyê dûr e"

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi rêya hesabê xwe yê Xê, ev angaşta Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê red kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, ew daxuyaniya "kuştina 15 şervanên HSDyê ji rastiyê dûr e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst