Hejmarek gundên Silêmaniyê ji aliyê balafirên şer ve tên bombebarankirin

26-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek gundê sînorê qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ji aliyê firokeyên şer ve tên bombebarankirin, li gor agahiyan bombebarana deverê hetaniha jî didome.

Qaymeqamê qezaya Mawet a parêzgeha Silêmaniyê Kameran Osman Hesen ji Rûdawê re ragihand, firokeyên Tirkiyê hejmarek gundên sînorê Mawetê bombebaran kirin.

Qaymeqamê qezaya Mawet, herwiha diyar kir, îro 5 caran sînorê qezaya Mawet hatiye armanckirin.

Ji aliyê din ve Supaya Pasdaran a Îranê jî îro ragihand ku hêzên wan bi dron û topavêjan çend navçeyên Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran kirine.

Li gor nûçeyên medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê di êrişan de yekîneyên topxane û dron beşdar dibin û ji çekên pêşketî sûdê werdigirin.

Supaya Pasdaran a Îranê îdia dike ku armanca wan bingek û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê ne, lê ji ber topbaran û bombebaranên wî welatî jiyana xelkê navçeyên sînorî ketiye ber metirsiyan.

Di dema 2 rojên borî de bi dehan kes ji xelkê gundê sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji ber topbaran û bombebaranên Îranêç cihê xwe terikandine û dibistanên çend gundan jî hatine girtin.

Di heman demê de yek ji niştecihên navçeyê ji Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Bextiyar r wiha got: "Sînor 7 caran hatin bombebarankirin, ya yekem li çiyayê Asosê, ya duyem; Geliyê Berberd, ya sêyem Şingî û ya çaremîn; li Girdereş û yên din jî li ser sînorê Çiyayê Asosê bûn." 

Bi gotina Qewmiqamê Mawat saet 15.25  sînorê gundê Gelalayê di bin topbaraneka dijwar de bû.

Di demên berê de jî sînorê Şarbajêr gelek caran ji aliyê balafirên şer û dronan ve hatiye bombekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst