Li Amedê ji ber Ala Kurdistanê 5 kes hatin desteserkirin
Amed (Rûdaw) – Di lîstika Amedspor-Bursasporê de ku şeva borî li Amedê hat lîstin, bi îdiaya ku ala Kurdistanê lli stadyumê bilind kirine, herî kêm 5 kes hatin desteserkirin.
Di lîstika Amedspor-Bursasporê ya ku şeva borî li Diyarbekirê hat lîstin de bilindkirina ala Herêma Kurdistanê bû rojev.
Hat diyarkirin ku Parêzgariya Amedê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê kesên eleqedar de pêvajoya hiqûqî û lêpirsîn dane destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidestxistin, duh êvarê li Amedê herî kêm 5 kes ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê hatine desteserkirin.
Hêj nasnameya wan kesan nehatiye zanîn.
Yek ji parêzerên wan kesan, Hişyar Ozalp ji Rûdawê re ragihand, bi biryara dozgeriyê derbarê 7 kesan de biryara desteserkirinê heye û heta niha 5 kes hatine desteserkirin.
Hişyar Ozalp got, kesên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, bi wê yekê hatine tohmetbarkirin ku “silogan ji bo rêxistina terorê gotine.”
Lêpirsîna bi kesên desteserkirî re li Şaxa Rêveberiya Ewlekarî ya Amedê berdewam e.
Duh Yekşembê 25ê Îlona 2022an, di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de her du tîmên Amedspor û Bursasporê li bajarê Amedê ku bi hezaran alîgirên tîma Amedsporê têde amade bûbûn, hatin hemberî hev.
Lîstik bi encama 2-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî hat û wê tîma bajarê Amedê 3 puan bidest xistin.
Di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek kesan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin.
Herwiha hin kes jî bi tîşortên wêneyê keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku di dema desteserkirina ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê de li Tehranê canê xwe ji dest dabû, li stadyumê amade bûbûn.