Li Kampa Holê ala DAIŞê hat bilindkirin

26-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çend rojan ji bidawîbûna operasyona li dijî endamên DAÎŞê li Kampa Holê ya Hesekê, alake çekdarên DAIŞê li kampê hat bilindkirin.

Di vîdyoyekê de diyar dibe ku di beşê 5 ya Kampa Holê ya li Hesekê ku jinên koçber lê dimînin, ala çekdarên DAIŞê li ser depoyeke avê hatiye hildan.

Li gor zaniyariyên ku mediya ser bi Rêveberiya Xweser belav kirine, duh 25ê Îlonê, seet 06.30 jinên DAIŞê al li ser depoyeke avê hildane.

Bi beşdarbûna fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê 25ê Tebaxê duyem qonaxa “Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê” hatibû destpêkirin û 17ê îlona 2022yan bidawî bibû.

Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê de ye û zêdetirî 70 hezar koçber tê de dimînin, ku nêzîkî 30 hezar ji wan Iraqî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst