Li Dêrsimê dê li dijî talankirina xwezayê mîtîng bê lidarxistin

26-09-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Talankirina Xwezayê Mîtîng Platforma Ked û Demokrasiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê dê li dijî talankirina xwezayê, di 8ê cotmehê de li Qada Seyîd Riza mitîngê li dar bixe û banga tevlibûnê kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, li dijî talankirina xwezayê ya ku li bajêr didome dê di 8ê cotmehê de bi dirûşma “Em ê bi ser kevin, em qadên jiyanê diparêzin” mitîngekê lidarbixe. Komîteya amadekar a mitîngê serlêdanên pêwîst kirin û têkildarî mijarê daxuyanî da.

Platforma Ked û Demokrasiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku Dêrsim bi qirkirina daristanan re rûbirû ye got “Erdên me yên çandiniyê, deştên me, mêrg, daristan, newal, çem, parkên me yên neteweyî, mîrasa me ya dîrokî û çandî li ber tunebûnê ne. Qirkirina daristanan û mêtingeriya madenan bênavber didome. Her roj qadên nû yên meidenan tîn çêkirin. Çiyayên Munzurê, qadên me yên tên parastin, erdên me, daristanên me û mêrgên me hêj niha ve ji aliyê kargehan ve hatine rûhsatkirin. Ger em pêşî li vê yekê negirin, dê kargehên navneteweyî meidenên me yên binerd bibin û ji me re jî erdnîgariyeke mirî û hatiye jehrîkirin bihêlin.”

Her wiha gotin ku ewê di 8’ê cotmehê demjimêr 13.30’an de li Qada Seyîd Riza mitîngê li dar bixin.

Daxwaz ji hemû xelkê û kesên li ber parastina jîngehê de hestyarin beşdarî vê mîtîngê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst