Zêdetirî 110 cureyên cuda yên tirî li Duhokê tên berhemanîn

Duhok (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li Duhok beşdarî li 15emîn Festîvala Tirî û Hingiv kir ku zêdetir ji 40 cotyar û meşvanan berhemê xwe nîşan didin.

Duh Yekşemê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî 15mîn Pêşangeha Tiriyan li Duhokê hat vekirin  ku 20 cotkarên tiriyan û 20 mêşvan tê de pişkdar in û berhemên xwe nîşan dan. Armanca pêşangehê çêkirina bazareke baştir e ji bo berhemê cotkaran.

Serok Mesûd Barzanî yek bi yek serdana cotyaran kir, stand bi stand, geriya û ligel cotyaran axivî û tama berhemên wan kir.

Duhok di warê berhemanîna tirî de parêzgeha herî bi nav û deng a Herêma Kurdistanê ye, koleja çandiniyê ya Duhokê bi alîkariya çend cotkarên wê parêzgehê kariye 12 berhemên nû yên tiriyê berhem bînin ku tenê li Duhokê hene.

Zêdetirî 110 cureyên cuda yên tirî li Duhokê tên berhemanîn û cotkar hene ku bi tena serê xwe 30 cureyan berhem tîne.

Li gor amarên Rêveberiya Baxdariyê ya Duhokê, li parêzgeha Duhokê 38 hezar û 758 donim zevî bi deramê hatine çandin û berhema salane zêdetirî 77 hezar tonan e.

Cotkar Kazim Husên wiha behsa cureyên tirî kir “Ev Kemalî ye, ev Zerke ye, ev Fransî ye, ev Mîranî ye, Ev Zeytûn e, navê wî ez nizanim, navê wê Rûsî ye, ev jî Silêmanî ye û ev jî Taifî ye.”

Mêşvan Rizwan Hesenkî jî got: “Serok Barzanî di warê hingiv de gelek pispor e ji ber ku testa wî nîşan dide ku her kesek şareza dikare wêê testê bike, hemû kes nizane wê testê bike. Wî destxweşî li me kir û em spasiya wî dikin ku hat vir.”

Cotkar Mihemed Selî  Berbuhari jî got: “Me gotiye rast e cotkararî pêşketiye, lê niha cotkar ji malbata xwe şerm dike û nikare debara xwe bike.”

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Duhokê Ehmed Cemîl diyar ki ku Rêveberiya Çandiniyê ya Duhokê hewl dide ku bazarek baştir ji cotkaran re peyda bike û got: “Niha li kargehek ji bo hinardekirina ava fêkiyan tê çêkirin. Hin gav bi riya pargîdaniyê hewce ne û divê li gorî standardên welatê ku jê re tê şandin be.”

Ev pêşangeh salane li Duhokê ji bo cotkar û mêşvanên din tê vekirin û rojekê berdewam dike û bi hezaran kes ji Duhok û bajarên din yên parêzgehê serdana vê deverê kirine.