Berdevkê PDK-Bakurê: Biryarên mînak hene, bilindkirina Ala Kurdistanê ne tawan e

26-09-2022
RÛDAW
Parêzer û Berdevkê PDK-Bakurê Hişar Ozalp
Parêzer û Berdevkê PDK-Bakurê Hişar Ozalp
Nîşan Hişyar Ozalp Amedspor Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duh di dema pêşbirka Amedspor û Bursasporê de grûpeke temaşevan li stadyûma Amedê Ala Kurdistanê bilindkirin. Li ser vê yekê di derbarê 7 kesan de biryara desteserkrinê hat derxistin û heta niha 5 kes hatine desteserkirin. Parêzer Hişar Ozalp got “Biryarên mînak hene, bilindkirina Ala Kurdistanê ne tawan e.”

Di derbarê kesên ku li Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Birêveberiya Ewlehiyê ya Amedê desteserkirinê de Parêzer Hişar Ozalp beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bû û derbarê geşedanan de agahî dan.

Parêzer Hişar Ozalp got “Heta niha 5 kes hatine desteserkirin û li gorî zanyariyên ku ketine destên me di derbarê 7 kesan de biryara desterkirinê hatiye dayîn. Heta niha îfadeyên ti kesî nehatiye wergirtin. Hê jî Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Birêveberiya Ewlehiyê ya Amedê ne. Em îro çûn dîtina muwekîlên xwe. Ji wan hinek pirs tên pirsîn lê ev ne îfadeyên wan ên resmî ne.

Kesên ku hatine desteserkirin 3 ji wan bi rêya telefonê ji bo qereqola polîsan bang li wan hatiye kirin, 2 kesên din jî di dema serdegirtina malên wan de hatine desteserkirin. Heta niha em nikarin bibêjin lêxistin û îşkence li wan hatiye kirin, lêbelê weke ku hûn dizanin li Kurdistanê di dema desteserkirinê de heta radekê muameleya xirab heye, lê rewşa wan pir ne xirab e.”

Parêzer û Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Hişar Ozalp da zanîn ku heta niha qanûnek ku girtî tê de bi awayekî fermî bên sûcdarkirin nîne, lê li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji ber dirûşma "Bijî Kurdistan" li stadyûmê avêtine, tê xwestin "Propagandaya rêxistinê" bên tawanbarkirin.

Lê em dizanin ya ku bi rastî polîsan aciz kirine di stadyûmê de vekirina alên Kurdistanê ne. Hûn dizanin ew kes tîşortên şehîd Jîna Emînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê êi xwe kiribûn. Lê belê hûn dizanên vekirina alên Kurdistanê li Tirkiyê ne sûc e. Belê cihê nîqaşê ye lê ne sûc e. Ji ber vê yekê nikarin ti kesî bigrin.

Parêzer Ozalp, di berdewamiya axaftina xwe ya der barê girtina kesên di vî warî de dikarin bên sûcdarkirin an na jî wiha got:

“Berê gelek kes ji ber wê hatin desteserkirin, îfadeyên wan hatin stendin lêbelê di dawiya dawî de emsalî ji derketin ku ala Kurdistanê ne sûc e. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê alayeke fermî ye bi vê yel nikarin bên sûcdarkirin, ez ne bawerim di aliyê teknîkî de ceza bistînin. Lê dîsa jî di nav Tirkan de li ser sosyal medyayê weke ku êrişeke mezin hebûye dan nîşandan. Ji ber wê dibe ku dadgehên Tirkiyê bikevin bin badorê biryareke sûprîz jî bê dayîn.

Ala Kurdistanê ne sûc e, ala hemû Kurdan e û wan sembolîze dike. Tê de ti tunditûjî an xelkê êşandin jî tin. Ya duyem drûşma Bijî Kurdistan jî nabe sedema propagandaya rêxistinekê. Kurdistan navê welatekî ye. Her Kurd an Kurdistanî dikarin bibjên welatê me bijî. Lêbelê li ser wê zorê didin ku bi PKKê ve girêbidin ku propagandaya PKKê kirinê lê ev jî argumenteke pir lawaz e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst