Guhertina demografiyê li gund û bajarokên Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya El-Wehde raportek derbarê binpêkariyên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve li Efrîna, belav kir û tekezî li ser wê kir ku proseya guhertina demografiya wî bajarê Rojavayê Kurdistanê bilez berdewam e û gihiştiye asteke metirsîdar.

Vekirina navend û dibistanan bo tirkkirin û tundrewiya olî

Li gor raporta Partiya El-Wehde ya Kurdî li Sûriyê, hebûna leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê, wate serpereştyarîkirina grûpên çekdar ên tundrew, çavkaniya tevlîhevî û gefxwarina dijî dewleta Sûriyê bi giştî û binpêkirina serweriya wî welatî ye, herwiha dagîrkeriya Tirkiyê û grûpên çekdar li navçeyên Kurdî, dibe metirsiyeke mezin li ser hebûna Kurd û rola wan, û herwiha dibe sedema tevlîheviyê di navbera Kurd û Erebên Sûriyê de.

Raporta Partiya El-Wehde ya Kurdî li Sûriyê derbarê dagîrkeriya Efrînê de wiha ye:

Derencamên dagîrkeriya Efrînê:

Gundê Sînka

Gundê Sînka ser bi nehyeya Şirra ye, bi dûrbûna 1 kîlometre dikeve rojhilatê Şirrayê, ji 325 malan pêk tê, berê 1700 akinciyên resen ên Kurd lê hebûn, %50 Êzdî ne, piraniya bi zorê hatine derxistin, piştre 70 malbat ku 280 akincî ne vegeriyane, û herî dawî 5 malbat vegeriyane. 1500 kesên hawirde (Ereb, Turkmen, Filistînî) li Sînka hatine bicîhkirin.

Di dema êrîşê de çend caran ev gund hatiye bordûmankirin, di encam de bi dehan malan zerer dîtine, ji wan jî mala Doktor Zilfî Sîdo bi awayekî zêde zerar dîtiye, û mala Hisên Sîdo bi temamî wêran bûye. Grûpa Cebheya Şamî vî gundi kontrol dike, û mala  Behrî Fadil Çawîş kirine navenda xwe ya lerşkerî û jêrzemîna malê jî kirine zindanek bo girtin û êşkencedana revandiyan, piştî ku hemû kelûpelên malê talan kirin û dergehê mezin ê derve jî birine.

Piştî kontrolkirina gundê Sînka, grûpên çekdar ji hemû malan kelûpelên sifir û butlên gazê û televizyon û alavên elktrîkê dizîne, herwiha dest danîne ser 250 malan bi hemû kelûpel û keresteyên xwarinê, ber û mafûr û hemû alavên malan, herwiha 8 terektorên çandiniyê dizîne, ji wan jî yên Behrî Fadil Çawîş, Reşîd Hemîd Hûro, û otombîla Dawo ya Cengîn Ebdulmenan Çawîş, û berhilgira Suzuki ya Elî Mihemed, û jeneratora Rifat Misto ku elektrîk dida gund,  hemû kablo û stûnên darîn û transê giştî yê elektrîkê jî dizîne, Herwiha grûpên çekdar dest danîne ser %50ê milkên xelkê gund bi taybetî yên li derveyî gund in, ku ji 25 hezar darên zeytûnan pêk tên û yên malbatên Henan Reşo, Xelîl Zizrub û Hemûş Reşo ne, nêzîka 70 darên zeytûnan ku yên Hemîd Sîdoyê derkirî  ne birrîne, ku di Kanûna 2019an de bûye, herwiha %50ê 22 hezar darên 3 daristanan ku di sala 1980an de li rojhilatê gund hatibûn çandin ji bo şewitandinê hatine birîn. Ew grûpên çekdar bacên cuda li ser berhemên welatiyên gund ferz dikin.

Di Tebaxa 2021ê de, mezargeha ( Şêx Xerîb) Êzdî-Islamî li gund hat têkdan, piştre ji aliyê gundiyan ve hat nûjenkirin.

Hemû kesên li gundê Sînkayê mabûn, rûbirûyî hemû awayên binpêkariyan bûne, wek revandin, desteserkirin, sivkayetî û wergirtina pereyan bizorê. 10 kes ji gund hatine girtin û rûbirûyî êşkencedanê bûne, ji wan Çawîş Umer Çawîş ê 70 salî di Gulana 2018an de, û piştre birazayê wî Cume Çawîş, ku di tuwalêta jêrzemîna Cebheya Şamî de 10 rojan mabû girtî, herwiha herdû xort Mesûd Nedîm Qasim û Nedîm Şêxo Qasim ku xwedî pêwîstiyên taybet in, bo bajarê Azazê hatibûn birin, piştre çekdarên Cepheya Şamî bavê Mesûd vexwendin û otombîla wî ya li pêş hotêla ku lê bû dizîn.

Li gundê Sînkayê roja 16/06/2018an yekem roja Cejna Remezanê bû, Diyar Ebdulqadir Sîdoyê 14 salî şehîd bû û çend kesên din jî birîndar bûn.

Bi awayekî berfireh guhertina demografyayê li bajarokê Bilbilê

Di hefteya yekem a êrîşa Tirkiyê de bo ser Efrînê, ji 20 Çileya 2018an ve, şer li bajarokê Bilbilê çêbû, ji ber nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, tenê 43 kîlometreyan dûrî bajarê Efrînê ye, piraniya xelkê Bilbilê ber bi navçeyên derve derbider bûn.

Bajarokê Bilbilê ji 750 malan pêk tê, berê zêdeyî 3 hezar akinciyên Kurd ên resen lê hebûn, ji wan 51 malbat wate 220 akincî lê vegeriyan, lê 59 mlbat wate 260 akincî li Efrîn û gundên derdorê man ku qedexe bû vegerin malên xwe, li şûna wan nêzîka 3 hezar 750 kesên hawirde hatin bicîhkirin, ev jî piştî destdanîna ser 700 malan bi hemû kelpelên wan ji aliyê grûpên çekdar ve, lê vê dawiyê 5 malbat ji Helebê vegeriyan, ji wan tenê yek malbat li mala xwe bicîh bû.

Tirikkirin û Osmaniya nû û tundrewiya olî

Destpêka Îlona îsal, li Rêveberiya Ewqafa Efrînê xula sêyem a zincîreya (Çandina bihayên olî û perwerdekirina civakê li ser wan) bi dawî bû, ku ji aliyê serpereştyarê (Weqif Diyanet a Tirkî-Mihemed Nûr Hemdan, bo grûpeke mela û îmam û mamosteyan hatibû kirin, ligel hejmarek çalakî û xuleyên olî ku hemû çînên civakê lixwe digirin.

Di 22/09/2021ê û bi amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê û Cafer Koçer rêkxerê giştî yê Tirkî bo xwendinê li Çiqlê Zeytûnê, navendeke rewşenbîrî ya Tirkî bi navê Yûnis Emre bo fêrkirina zimanê Tirkî û hunerên cuda hat vekirin, ev jî di çarçoveya zincîreya peymangehên weqfa Tirkî taybet bi belavkirina ziman û rewşenbîriya Tirkiyê, bi armanca tirikkirina gelan.

Di 24/09/2021ê û bi amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê û Cengîz Samanli rêkxerê giştî yê Tirkî bo perwerde û xwendinê li bajarê Efrînê, dibistana Îmamê Xetîb li bajar hat vekirin, ku ji aliyê Komeleya Destên Sipî ya Tirkiyê û bi pereyên Komeleya Şêx Ebdullah Nûrî ya xêrxwazî ya Kuwêtê ve li Cindrêsê û dibistanek li bajarokê Şirra ku tê avakirin, hatiye kirin, ev jî bi armanca belavkirina rewşenbîriya Osmanî ya nû û tundrewiya olî ya Islamî.

Desteserkirin

Di 16/09/2021ê de, Welîd Mihemed Nasanê 20 salî xelkê gundê Imraya Racoyê ji aliyê rêbenda polîs ve li durêyana bajarê Azazê dema ji Helebê vedigeriya Efrînê hat girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Di 17/09/2021ê de, Ebdo Mihemed Umerê 29 salî xelkê gundê Kimroka Mabatayê di dema anmadebûna wî derbarê dadgehkirina xelkê gundê wî Mihemed Hisên Şêxoyê 56 salî de li Azazê ku 18/08/2021ê hatibû girtin, herdû êvara çarşema 22/09/2021ê hatin berdan, piştî ku bi peywendiyên ligel Rêveberiya Xweser hatibû tometbarkirin, ku her yekî ji wan 1500 lîreyên Tirkî ceza dan bo azadkirinê.

Di 17/09/2021ê de, Bêriqdar Mihemed Mistefayê 53 salî xelkê gundê Aşkana rojava ser bi Cindrêsê, ji aliyê çekdarên Cepheya Şamî ve li ser rêbenda durêyana Kefir Cenne bi hinceta ku biraya wî serkirdeyê PKKê ye, dema ligel malbata xwe ji Helebê vedigeriya Efrînê hat girtin û heta niha jî girtiye.

Di 18/09/2021ê de, Xelîl Tahir Mihemdê 45 salî xelkê gundê Qîbara Efrînê, ji aliyê çekdarên rêbenda bajarê Azazê ve hat girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Di 19/09/2021ê de, Hebeş Reşîd Hebeşê 30 salî xelkê gundê bajarokê Badîna, dema ligel hevjîna xwe bû li nexweşxaneya Şimmarîna Azazê hat girtin û piştre 23/09/2021ê hat berdan.

Di 21/09/2021ê de, Siltane Cewada 50 salî hevjîna Mihemed Reşîd Elî xelka gundê Afraza Mabatayê hat girtin û 23/09/2021ê hat berdan.

Bêserûberî û nearamî

Di 22/09/2021ê de, çekdarên Firqeya Siltan Murad li navenda Nahyeya Bilbilê konê şînê ya bavê çekdarekî jinav birin, ku li gund miribû, bi hinceta ku bavê wî Şebîhê rejîmê bû, ev yek bû sedema derketina şer di navbera çekdarên Firqeya Siltan Murad û çekdarên hoza mirî de li bajarokê Şirraya Efrînê.

Di 22/09/2021ê de, li herdû gundên Ibûdan û Şêxurzê yên Bilbilê, li ser dizîn û desthilatê şerekî giran di navbera çekdarên grûpa Lîwaa Siqûr Şam û Ceyş Nuxbe de derket, ku li çend gundên derdorê desthilateke hevbeş dikin.

Sibeha Pêncşema 23/09/2021ê, li Taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê, bombeyeke vedayî li tenişt otombîlekê teqiya, zerar tenê maddî bûn.

Teqîna mîneke vedayî

Berêvara Çarşemba 22/09/2021ê, li Stasyona Trênê ya bajarokê Ehdas li bakurê Helebê mîneke vedayî yên grûpên çerkdar teqiya, di encam de 4 zarokên koçber ên navçeya Efrînê birîndar bûn, ew jî ev in: Her sê bira Mihemed 6 salî, Ismet 12 salî û Zuhêr 14 salî xelkê bajarokê Kefir Sefre, û Rolîf Mihemed Elî yê 8 salî.