Konferansa ‘Iraq: Qedereke Trajedîk’; Divê Kurdistan hevbeşeke rasteqîn be di dewleta federalî de

Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedîk` ji aliyê Navenda Lêkolînên Rûdawê bi hevbeşî li gel Navenda Fransî bo lêkolînên li ser Iraqê, Balyozxaneya Fransayê ya li Iraqê û Kovara Confluences û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê roja şemiyê destpê kir û îro yekşemê jî berdewam dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya di çarçova konferansê de ragihand, “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve ev 100 sal in zordarî dîtine, mixabin piştî 100 salan jî hêj, gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye, wek çawa her tim tirs di rabirdûyê de hebûye, îro jî hêj tirs ji îro û rabirdû heye.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, Iraq; wate welatê pêkhateyan, her ji destpêka damezrandinê ve ji sê wîlayet “Mûsil, Bexda û Besre” pêk hatiye, ev sê wîlayet li gor cografya û pêkhateyên kulturî, ji hev cuda bûne. Kurd li bakur, Sunne li naverast û Şîe li başûr. Li gel vê jî çendîn pêkhateyên din ên ayînî û netewî li Iraqê hene.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên Iraqê de ragihand, kêşeya Iraqê, “ji pirsgirêka li ser desthilatê pêk tê… ew wê demê dibe girîft ku dema aliyek bixwaze nêrîna xwe bi ser hemû aliyên din de bisepîne, yan bo yekalîkirina pirsgirêkan pena bo bikaranîna hêz an ceza bibe, wek her tim li Iraqê rû daye.”

Di dewama gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, divê Kurdistanê hevbeşeke rasteqîn be di dewleta federalî de, beşdariyeke rasteqîn di desthilatê de bi hemû formên xwe ve hebe “ev garantî û seqamgirî û yekparçeyiya Iraqa nû ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi serhildana DAIŞê kir li Iraqê û got, “Eger Iraq seqamgir nebe, herêm jî seqamgir nabe… eger qet neguhere, kêşeyên Iraqê neyên çareserkirin, heman xeletiyên siyasî û paşguhxustina pêkhateyan, heman aqliyeta hêz û xwesepandin û nexwendina beramber berdewam be, teqez sibê DAIŞeke din jidayîk dibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê wek kod û kilîla çareserkirina kêşeyên Iraqê binav kir û got, ““Iraq ev 100 sal in naxwaze pirsgirêkên gelê Kurdistanê çareser bike. Ev 100 sal in Iraqê ji seqamgirî û aramiyê bêbeş e. Ev 100 sal in, çavkanî û şiyanên Iraqê bo çek û şer tên terxankirin. Jibilî wêranî û karesatê li Iraqê tiştek din pêk nehatiye. Aramî û seqamgiriya Hewlêr û Bexdayê bi hev ve girêdayî ye. Hewlêr û Bexdayeke seqamgir, wate, Iraqeke aram box we û bo Rojhilata Navîn. Lewma erk li ser civaka navdewletî jî ye û divê alîkariya Iraqê bike bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevallier di gotara xwe de ragihand, ew dixwaze ronahî bixe ser ka rola Fransayê li Iraq û Herêma Kurdistanê ku dixwaze çi bike û got, Serokê Fransayê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û  peyamek arasteyî gelên Iraqê kir û tê de ragihand ku Fransa dostê hemû Iraqiyan e û got jî, “ji ber ku em niha li Kurdistanê ne xatûn Mitterrand e, ji ber ku ew nêzikî wê bûm û wê jî bercesteya dostaniya di navbera Fransa, Kurdistan û Iraqê de dikir.”

Balyozê Fransayê, soza Macron dûpat kir bo hevkarîkirina Iraqê di şerê dijî DAIŞê de û got, “Fransa her wek ku Serok Emmanuel Macron soz daye, heta wê dema ku Iraqê dixwaze alîkariyê dike di şerê dijî DAIŞê û piştevaniyê li hemû hewlên dîplomatîk ên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dike.”

Piştre panelên Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedîk` destpê kirin;

Panela yekem bi navê `Dîroka Iraqê di demên herdu dagirkeriyên Brîtanya û Amerîkayê de` birêve çû.

êveberê Navenda Fransî ya bo lêkolînên li ser Iraqê Dr. Adil Baxewan di çarçova panelê de amaje bi sê xalan kir ku bi gotina wî Hevpeymanan di proseya azadkirina Iraqê de li dijî hikûmeta wê demê ya welat bikar anîn bo “dagirkirina Iraqê.”

Adil Baxewan got, “ew sîstema ku hat xwestin Iraqê pê dagir bikin, li ser 3 xalan hatibû danîn, xala yekem ji wê pêk dihat ku Iraqa Sedam Husên di sala 2003an de çeka kîmyewî heye û Baxewan amaje bi kîmyabarakirina Helebcê jî kir û got, “Dema ku Sedam Husên roja 16/03/1988 li dijî gelê xwe çeka kîmyewî bikar anî, Amerîka û welatên enternasyonalîst li şûna ku dengê xwe bilind bikin, bêdeng bûn. Êdî piştî ku çeka kîmyewî nema dagir kirin.”

Di beşeke din a gotara xwe de Adil Baxewan behsa xala duyem jî kir û ragihand, gotin Iraqê peywendî bi Qaîdê heye lê bi gotina wî Iraqê ti peywendî bi Qaîdê nebûye “Hetta George Bush 3 hefte piştî dagirkirina Iraqê eşkere got ku `ti belgeyeke me bo vê yekê nîne`.”

Lêkolîner Adil Baxewan dibêje, xala sêyem gelek “pêkenok” bû ku bi gotina wî, “wan digot li Iraqê sîstemeke dîktatorî hikûm dike, mîna ku ew welatên hevpeymanên Amerîkayê yên li navçeyê, biheştên demokrasiyê bin, vê xalê jî ti rewatiyek nebû.”

Panela duyem ji aliyê Prof. Pierre Blanc hat birêvebirin û tê de giftugo li ser `Iraq û jîngeha wê ya herêmî` hatin kirin.

Şîrovekarê Siyasî û pispor li ser siyaseta Tirkiyê Prof. Jean Marcou Tirkiyê behsa peywendiyên Tirkiye û Iraqê kir û got, “Tirkiyê peywendiyeke hinek aloz li gel cîhana Erebî heye û got, “wê dema ku AK Partî hat ser desthilatê di 2002an de, me wisa dizanî ku peywendiyên Tirkiyê li gel welatên Erebî qayîm dibin, lê mixabin berevajî bû.”

Di dewama gotinên xwe de Prof. Jean Marcou, li ser peywendiyên Tirkiye û Iraqê ji 1921an ta 2021an, ragihand, “Bîr û boçûna Tirkan li ser Iraq û bakurê Iraqê bi wî rengî bûye, dema ku şerê yekem ê Kendavê destpê kir, ew nêrîn li gel Tirkan çê bû ku careke din wîlayeta Mûsilê bidest dixin, ev bîr û nêrîna Tirkan bû di wê serdemê de.”

Jean Marcou, bibîr jî xist, piştî Şerê Duyem ê Cîhanê, peywendiyên Iraq û Tirkiyê di asteke gelek baş de bûye.

Her di panela duyem de, Şîrovekara Siyasî Agnès Levallois amaje bi wê kir, di warê cografî de Iraq bo Îranê girîng e û taybetmendiya xwe ye, ku bi dirêjiya 250 kîlometre sînor li gel Iraqê heye, ev jî sedemek e bo berjewendiyên Îranê li Iraqê bo ku çi bi hev re kar bikin û çi jî rikeberiyê bikin.

Agnès Levallois di beşeke din a afaxtina xwe de got, berjewendiyên Îranê li Iraqê vedigerin bo lojîkek, ew jî ayînî ye, ku beşeke mezin a Iraqiyan ji pêkhateya Şîe ne û navendên girîng ên ayînî li Necef û Kerbelayê hene.

Panela sêyem di bin navê ` Dewlet û Pirsa Tevlîbûna Niştimanî` bû û ji aliyê Virginie Sauner hat birêvebirin.

Di wê panelê de Dr. Serdar Ezîz behsa `Nîqaşkirina dewletê li Iraqê piştî sedsalan- têgeha ladaula` kir û got, “Ladaula, wate ew hêzên ku li dijî welat kar dikin, niha em dibînin ew têgeh li Iraqê maye û bi zelalî ji aliyê siyasiyên Iraqê ve tê dîtin.”

Serdar Ezîz amaje bi wê kir, `la` wate nexêr û `daula` wate dewlet, têgeha ` ladaula`, peywendî bi têgeha dewletê ve heye û divê em bizanin dewlet bi xwe çi ye? Niha Iraq ji destê pirsgirêka serweriyê dinale, ji ber ku serweriya wê netemam e, di wê derbarê de jî têgeha serwerî ji warê yasayî guheriye bo helwesteke derûnî, ku siyasiyên Iraqê wisa nîşan didin ku di dest wan de nîn e.”

Dr. Şêrko Kirmanc jî ku di panelê de beşdar bû, behsa `Rola partiyên siyasî di pêvajoya pêkvejiyana netewî de li Iraqê` kir û got, li ser têgeha tevlîbûnê boçûnên ciyawaz hene, ya sereke ku Ewropî ye, ew e, du alî tevlî bibin, divê tiştekî nû çêbibe, lê nêrîna min bo tevlîbûnê cuda ye û dibe du an zêdetir pêk bên.

Dr. Şêrko Kirmanc ragihand, “damezrandina dewletê tiştek e û bingehdanîna niştimanî , nasname û niştimanî, tiştekî din in. Çêbûna nasnameke niştimanî ya giştgir û lixwegir, stûneke sereke yê tevlîbûna niştimanî ye, lê lawazbûn û (dibe hinek kevne komunîstan pê nexweş be) bi kurdbûna partiya komunîst, bi mezhebî bûn û sunnebûna partiya Beis, navgîna tevlîbûna niştimanî nehişt.”

Di dewama afaxtina xwe de Şêrko Kirmanc amaje bi wê kir, li gor gelek kesan, ew ên ku Iraq damezrand, bo nimûne Brîtanya, bi derbasbûna demê, Iraqê dibe dewleteke netewedar, lê piştî 100 salan, wisa nayê dîtin ku ew têgeh rast be û got, “Iraq di krîzeke seranserî de dijî, şûnaseke qayîm û lixwegir nîne, ji milmilaneyên netewî, mezhebî û kesî tijî ye û heta niha hevdûbirîn ku nîşana şikesta tevlîbûna niştimanî û qayîm nebûna şûnnas e. Hetta têgihiştina ji Iraqîbûnê jî gelek bi kêşe û pirsgirêk e.

Drbarê tevlîbûna niştimanî de Şêrko Kirmanc zêdetir got, “Netewe dewlet tenê ax û xwelî nîne, lê rêxistineke xwedî endam û rûh e, bi wateyeke din, bêyî tevlîbûna niştimanî, em nikarin li ser netewe dewletê biaxivin. Tevlîbûna niştimanî, wate tevlîbûna siyasî, hevtemamkirin, têkelbûna têkelan, bingehdanîna niştimanî, niştimansazî, geşeya siyasî û hebûna şûnnaseke giştgir û lixwegir. Lê dema ku ez dibêjim, şikestxwariye, hetta wan tevlîbûnên Ewropî jî şikest xwarine ne tenê wê tevlîbûna ku ez behs dikim.”

Panela çarem bi navê `DAIŞ û Heşda Şeibî` bû û ji aliyê Loÿs de Pampelonne hat birêvebirin.

Virginie Sauner li ser mijara ` Jidayîkbûn, geşestendin û lawazbûna DAIŞê di dema amadeyiya dewleteke lerzok de li Iraqê` kir û di beşeke gotara xwe de amaje bi rewşa piştî Sedam Husên û rola Amerîka ya li Iraqê kir û got, “Wê demê desthilat û karîgeriya Sunne li Iraqê lawaz bûn û Amerîkayê jî xeletî kir ku piştevaniya Sunneyên Iraqê nekir, ev bû rewşeke wisa berdewam bû ku encama wê jî zîncîreyeke nerazîbûnê bûn li herêmên Sunnenişîn.

Sauner ragihand, beşeke sunneyan berdewam ji proseya siyasî ya Iraqê ku Amerîkayê serpereştî dikir, hatin dûrxistin ku herî dawî pirsgirêa zoriyê çêkir û dabeşkirineke zêdetir di navbera grûpên Sunne de rû da. Bo nimûne şer û pevçûnên Felûce jî beşek bûn ji wê sedemê.

Sylvain Mercadier ku rojnamevanekî Fransî ye, yek ji beşdarên konferansê bû û di çarçova wê panelê de gotarek di bin navê ` Milîsên Iraqî: sembola dewleteke şikestxwarî` pêşkêş kir.

Mercadier behsa serdema Sedam Husên û çawaniya serkutkirina Şîeyan kir û paşê jî behsa wan nakokiyan kirk u piştî 2003 li Iraqê rû dane. Herwiha behsa hebûna milîsên Iraqê û rola Îranê li Iraqê kir.

Îro yekşemê jî Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedîk` berdewam dike û çar panel dê birêve biçin. Panela yekem di bin navê `Kêmîneyên Iraqê`, duyem di bin navê `Iraq û çarçoveyeke tundûtûjiyê`, sêyem bi navê ` Pirsgirêka çavkaniyên xwezayî li Iraqê` û panela çarem jî di bin navê `Şoreş, tevgerên civakî, terorîzm: Çi pêşerojek bo Iraqê di çarçova Rojhilata Navîn de` birêve diçe.