Serlêdanên kursa Kurdî yên Şaredariya Stenbolê destpê kir

26-09-2021
Omer Sonmez
Kursa zimanê Kurdî dê ji bo 3 mehan bi dema 120 saetî bi awayekê rûbirû berdewam bike
Kursa zimanê Kurdî dê ji bo 3 mehan bi dema 120 saetî bi awayekê rûbirû berdewam bike
Nîşan Zimanê Kurdî ISMEK Şaredariya Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) Enstîtu Stenbol ISMEK ku wek Navenda Fêrbûnê a ser bi Şaredariya Stenbolê ye pêvajoya serlêdanên ji bo kursa zimanê Kurdî, bi awayekê online di 24ê İlonê de dest pê kir.

Ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve yekem car kursên zimanê Kurdî di sala 2019an de hatibû vekirin. Şaredariya Stenbolê ev 3 sal in ku li ser hev kursa zimanê Kurdî didomîne. Di heyama nû ya perwerdeyê de pêvajoya serlêdana ji bo kursa Kurdî, di 24ê Îlonê de dest pê kir û dê kurs di 6ê Cotmehê de bi awayekê rûbirû, li 5 navçeyên Stenbolê dest pê bike.

Kontenjan jî wek 260 kesî hatiye destnîşankirin. Lê belê Kurdên li Stenbolê û saziyên zimanê Kurdî daxwaz ji şaredariyê dikin ku ew kontenjanên kursên Kurdî zêdetir bikin û li gel zaravayê Kurmancî cih bidin zaravayê Zazakî jî.

Kursa zimanê Kurdî wê di 6ê Cotmehê de bi awayekê rûbirû, li 5 navçeyên Stenbolê li Esenyurt, Şişli,  Avcilar, Bagcilar û Kadıkoyê dest pê bike. Kontenjana îsal hat zêdekirin û di 2 astên cuda de wek 260 kesî hate destnîşankirin.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dide zanîn ku ew bi perwerdeyên ISMEKê hewl didin Stenbolê ji bo her kesî bikin bajarekî adiltir.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got: “Niha em bi hev re li civînekê pir girîng in. Lewra em dê di warê perwerdeyê de hin pêngavên nû bavêjin û guhertinên girîng pêk bînin.Em bi vê bextewar in.”

Nurhak Karadeniz ku li Beyogluya Stenbolê esnafiyê dike cara ewil serî li kursa zimanê Kurdî dide. Nurhak dibêje bi saya vê kursê ew dixwaze xwendin, nivîsandin û axaftina xwe ya kurdî bipêş bixe.

Esnaf Nurhak Karadeniz got: “Ez 41 salî me û ji bajarê Îdirê me. Ez hez dikim Kurdên me serî li ISMEKê bidin. Min teze serî li kursa Kurdî ya ISMEKê da.”

Koordînatorê Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURDê Fevzî Bulgan, destnîşan dike ku divê şaredarî kontenjana kursên zimanê Kurdî zêdetir bike û cih bide zaravayê Zazakî jî.

Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan dibêje: “Kontenjan kêm e bi rastî. Lewra li Stenbolê 5-6 milyon Kurd dijîn. Lê ji bo destpêkê ev pêngavekê baş e û girîng e. Niha ji bo Zazakî peywendiya me bi mamosteyên Zazakî re hene. Çi ISMEK be, çi saziyeke din be ji bo peydakirina mamosteyên Kurdî em dikarin bibin alîkar.”

Kursa zimanê Kurdî wê ji bo 3 mehan bi maweya 120 saetî berdewam bike. Her wiha piştî kursê kesên serkeftî dê belgenameya beşdarbûnê werbigirin. Şaredariya Stenbolê cara pêşî di Kanûna 2019an de kursa zimanê Kurdî vekiribû û heta niha ji wan kursan bi dersdayîna mamosteyên Kurdî bi giştî 961 kursiyer sertifikaya xwe wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst