Galeriya wêneyan

26-09-2021
11 Photos

Çiyagerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, Renc Omer berdewam e li ser geşta xwe ya serkevtina bi ser çiyayê Everestê ku dixwaze Ala Kurdistanê li lûtkeya wî çiyayê herî bilind ê cîhanê bilind bike.

Renc Omer ku ciwanekî çiyagerê Kurd  û xelkê Duhokê ye û projeyeke taybet heye ku biçe zincîre Çiyayên Hîmalaya û Ala Kurdistanê li ser lûtkeya herî bilind a Çiyayê Everestê dane.

Çiyagerê Kurd Renc Omer geşta xwe bo serketina bi ser çiyayê Everestê destpê kiriye û bo wê yekê çûye welatê Nepalê.

Renc Omer ku di sala 2017an de zêdetir ji 650 kîlometran li sînorê parêzgehên Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî û Duhokê meşiyabû, ji Rûdawê re ragihand, di wê meşê de ew hizir li cem wî çê bû ku Ala Kurdistanê bibe ser Çiyayê Everestê.

Renc Omer diyar kir ku ew dixwaze bibe yekem Kurd ku Ala Kurdistanê li ser lûtkeya Çiyayê Everstê bilind dike.

Bi gotina Renc Omer, 10 roj in wan geşta xwe ya ji bo serketina bo ser Çiyayê Everestê destpê kiriye û wan hêj daristan derbas nekiriye.

Di dema geşta xwe de, ew ciwanê Kurd serdana perestgeha Lama jî kiriye ku dikeve 3,900 metran ji asta deryayê bilind e û zarok lê dixwînin daku paşê di perestgehên Budiyan de kar bikin.

Derbarê wê Ala ku dixwaze li ser Evrestê bilind bike, Renc Omer pêştir ji Rûdawê re dabû xuyakirin ku sala 2019 Serok Mesûd Barzanî ew ala weke diyarî daye wî daku li ser lûtkeya Everestê bilind bike. Renc Omer diyar kir, wî plan danîbû di sala 2020an de geşta xwe dest pê bike, lê ji ber belavbûna vîrusa coronayê geşta wî bo sala 2021 paşket.

Ew ciwanê Kurd herwiha dibêje, dema di destpêka sala 2021an de wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir, Nêçîrvan Barzanî hemû piştevaniyek jê re nîşan daye daku bikare Ala Kurdistanê bibe ser Çiyayê Everestê û bi serkevtî vegere.