Li Kerkûkê 10 gundên Kurdên Kakeyî hatine valakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kurd li navçeyên Kurdistanî yê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rûbirûyî pirsgirêkên cidî bûne û 10 gundên Kurdên Kakeyî hatine valakirin.

Biryarderê Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li parlemana Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, sedema ku Kakeyî û Kurdên din rûbirûyî wan pirsgirêkan dibin, tenê ji ber ku Kurd in.

Ebdulnasir Ehmed amaje bi wê yekê jî da, pirsgirêka Kurd li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji Xaneqînê heya Şingalê yek tişt e.

Ehmed ragihand, divê Kurd yek deng û yek helwêst bin û hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin û aşkere jî kir, vê heftiyê Wezîrê Herêmê bo karûbarên li gel Bexda û Serokê Fermangeha Hemahengî û Pêdaçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulhekîm Xesrew diçine parlamentoyê û vê yekê zelal bikin bê ka Bexda çi ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên navçeyên Kurdistanî yê derveyî idareya Herêma Kurdistanê, kiriye.

Li gor zanyariyan, li parêzgeha Kerkûkê 15 gundên Kakeyîyan hebûn lê niha 10 gundên wan hatine valakirin.

Ferhad Kakeyî ku mamosteyê zanîngehê û yek ji kesayetên Kakeyî ye beşdarî bultena Rûdawê bû û got, ew hewlên çolkirina gundên Kurdên Kakeyî ji salên 70yî dest pê kiriye “dixwazin wan navçeyan Ereb bikin.”

Wî mamosteyê zanîngehê tekez kir, “10 gund hatine valakirin û tenê 4 gund mane jiyan tê de mabe ku bi şev diçin û bi roj vedigerin ser gundên xwe. Ev ne tenê li Kerkûkê li Xaneqînê jî. Hikûmeta Iraqê jî gelek terkexem e.”

Derbarê sedema armanckirina Kakeyiyan jî Ferhad Kakeyî got, “Du sedem hene; yek, Kurdbûn û jibilî wê jî baweriya Kakeyiyan. Ji ber ku Kakeyiyan baweriyek heye ku hem ayînî û hem netewî ye. Kakeyî li Mûsil, Kerkûk û Diyale sînor in li gel Ereban, wate em li rêza pêş in.”

Her di axaftina xwe de Ferhad Kakeyî diyar dike ku DAIŞ li wan navçeyan heye û wek şerê partîzanî gelek ji berê çalaktir e û got, li şûna ku artêşa Iraqê li derveyî gundan bicih bibe û xelkê biparêze li nava gundan bicih dibe xelk wan diparêzin û herwiha got, "tekane tawana Kakeyiyan; Kurd in û Kakeyî ne."