Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ji bo ceza û sûdên ketine ser stûyê deyndarên kirê, mal û milkên dewletê biryara lêxweşbûnê derxist. Biryar 90 roj moletê dide hemû hemwelatî û kompanyayan.
Îro Çarşem (26-09-2018) Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan derbarê ceza û sûdên ketine ser stûyê deyndarên kirê, mal û milkên dewletê biryara lêxoşbûnê derxist. Mercê biryarê jî ew e, ku deyndar di nav 90 rojan de tevahiya kirê, mal û milkên dewletê ku demeke dirêje li ser wan e, bidin.
Biryar hemû hemwelatî û kompanyayan vedigre, ku ceza û sûdên li ser wan ji salên borî ve li ser wan in.
Herwiha piştî bidawîbûna dema hatiye diyarkirin, wate 90 rojan, rêveberiyên xanîber ên mîrî neçar dibin rêkarên yasayî li hember deyndaran bikar bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse